18:19 18 Cotmeh 2017
Zindî
    CHP mitingi

    CHP: Divê mirov rêzê li serxwebûna Kurdistanê bigire

    © AFP 2017/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 16770

    Parlementerê CHPê yê Hatayê û Solîstê Grup Yorumê yê berê Hilmi Yarayici di bernameya Emre Unsalli ya di Arti Gerçekê de derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de helwesta xwe eşkere kir.

    Parlementerê CHP Hilmi Yarayici siyaseta heyî ya AKPê ya li hemberî kurdan rexne kir û bi awayekî eşkere got, "Bi kurdên xwe îradeya pêkvejiyanê nîşan nede, pirsgirêka kurdan çareser neke û dûvre jî rabe bêje Serxwebûna Herêma Kurdistanê bo me tehdîdeke netewî ye û li ser sînorî bi tetbîqatên leşkerî xelkê bitirsîne.

    Yarayici her wiha teqez kir û got, "Dema ku gelek biryara serxwebûnê bide û wisa helwest nîşan bide, divê mirov rêzê li vê yekê bigire" Herwiha Yarayici partiya xwe CHPê jî rexne kir û got, "Hewil didin bi siyasiyên kurdan re xuya nekin. Vê helwestê kir ku ava reş bi çavan de were. Divê CHP dev ji kurdofobiyê berde, lewra ev yek şaş e."

    Bi heman mijarî:

    CHP: Beşdarbûna HDPê dê hêzê bide me
    CHP: Deshilat li Tirkiyeyê bi dijayetiya kurd li ser pêyan e
    CHP piştî girtina Berberoglu ji Enqerê heta Stenbolê meşa ‘edaletê’ li dar dixe
    CHP: Çekên di destê YPGê de bo ewlehiya Tirkiye û Herêmê xetere ne
    CHP: Dengê ‘na' ji sedî 52 li pêş e
    CHP: Di referandumê de dengê ‘na' derkeve em ê pîrozbahiyê bikin
    Etîketan:
    serxwebûna Herêma Kurdistanê, serxwebûn, chp, Hatay, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de