08:50 20 Hezîran 2018
Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî û Avakarê YNKê Celal Talebanî

Ji bo Mam Celal li gelek bajarên kurdan konên sersaxiyê hatine danîn

© Sputnik /
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Lijneya Organîzekirina Sersaxiya Sekreterê YNKê û Serokomarê Berê yê Iraqê Celal Talabanî, têkildarî merasîma oxirkirinê û konên taziyê de daxuyaniyek da.

Lijneya Organîzekirina Sersaxî yê Mam Celal ragihand ku ji bo sersaxiyê li gelek bajar û herêman rojên şemî û yekşemê di saet 13:00an de konên sersaxiyê werin danîn.

Cihên ku konên sersaxiyê lê tên danîn:

Silêmanî — Stadyoma Sîrwanî Niwê, Hewlêr- Mizgefta Xelîl Xeyat,Kerkûk-Şurawî Mekteba Siyasî, Dihok-Hola Hacî Ehmed, Helebce-Hola Terbiye, Germiyan-Hola Serdar Caf, Xaneqîn-Saeyî Malbend, Ranya- Hola Mistefa Elî, Zaxo- Hola Bêdar, Soran- Hola Şehîd Şerket Şêx Yezdîn, Koyê- Tekyey Talebanî, Çemçemal-Hola Bunekan- Şakir Feteh.

Wê li hemû taziyan lijneyek bi hevsengiya li gel parêzgehan û serokên îdareya bajaran serxweşî bi rê ve bibin û pêşwaziyê li mêvanan bikin."Ji bilî Herêma Kurdistanê li bajarên Rojava û bajarên Tirkiyê jî konên sersaxiyê hatine danîn. Li Rojava li bajarê Qamişlo û Kobanî konên sersaxiyê hatin vekirin û gel ji bo sersaxiyê seredanê dikin.

Li Tirkiyê jî li Amedê bi mazûvaniya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) konekî sersaxiyê hate danîn. Herwiha teşkilatên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî li bajarê Stenbol, Izmîr Mûş, Wan û Batmanê dê konên sersaxiyê deynin.

Bi heman mijarî:

Celal Talabanî çû Ewropayê
Erdogan telgrafek ji malbata Talabanî re şand
Talabanî 17 ton alîkarî şand Kobanê
Qûbad Talabanî: Êzidî li bende me bûn ku em birînên wan derman bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çû serdana Celal Talabanî
Talabanî: Referandûm ne ji bo partiyek ne jî bo hikûmetekê ye
Etîketan:
Celal Talabanî, Sersaxî, HDP, Celal Talabanî, Suriye, Tırkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de