20:07 11 Kanûn 2017
Zindî
    Yekîtîya Ewropayê YE - DYA Amerîka

    YE: ‘Tirkiyê Interpolê sûîstîmal dike'

    © AFP 2017/ str / belga
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 20

    Li civîna Parlemana Ewropayê (AP) hate ragihandin ku Tirkiye Bultena Sor a Interpolê sûîstîmal dike. Dê Yekîtiya Ewropa (YE) ji Interpolê bixwaze ku prosedûrên xwe yên Bultena Sor di ber çavan re derbas bike.

    Di civîna ku li Parlemana Ewropayê hatiye lidarxistin de peyama ku Tirkiye Bultena Sor a Interpolê sûîstîmal dike derket pêş. Sêrokê Parlemana Ewrûpayê yê vê serdemê Cîgîrê Wezîrê Karên Dervê yê Estonyayê Matti Maasikas ragihand ku ew dê ji YE daxwaz bikin ku sepanên Bultena Sor a Interpolê di ber çavan re derbas bikin. Her wiha Maasikas daxuyand ku ‘Bultena Sor a Interpolê dê her gav bo îadeyan neyê bikaranîn û biryara îadeya tawanbaran bi pêvajo û biryayên dadgehê vê girêdayî ne.'

    ‘BULTENA SOR BO BÊDENGKIRINA MUXALIFÊN POLÎTÎK TÊ BIKARANÎN'

    Berpirsê Dad, Serfkar û wekheviya Cînsiyetê Komîser Vera Jourova li hin welatan Bultena Sor a Interpolê bo berjewendiyên siyasî tê bikaranîn û ew ji vê yekê endîşedar in. Di civîna giştî de hate parastin ku li welatên weke Tirkiye, Çîn, Rûsya û Îranê Bultenên Sor ên Interpolê ‘bo bêdengkirina muxalifên polîtîk tên bikaranîn' lewra vê yekê ‘sûîstîmal dikin.'

    Li gorî Deutsche Welle bi Tirkî, piştî ku Tirkiyê bo rojnamagerê Tirkî/Swêdî Hamza Yalçin û nivîskarê bi eslê xwe tirk Dogan Akhanli bi bultena sor derxist Parlemana Ewrûpayê ev biryar stend. Berê Yalçin û Akhanli ji terefê polêsên Ispanyayê bo demekê hatibûne binçavkirin.

    BULTENA SOR A INTERPOLÊ ÇI YE?

    Dewletên ku hevkarên Interpolê ne, bo sûc û tehdîdan hev agahdar dikin û dema hewce bike kesek bê girtin bi 8 rengan 8 tîpên bultenan hene, ji vana bultena herî tê zanîn bultena sor e. Bultena sor bi biryara dadgehekê an jî mehkemeyeke navnetewî tê derxistin bo ku kesên tawanbar bêne girtin û bêne îade kirin. Di sala 2014an de hejmara bultenên sor 10.718 bû, di sala 2016an hejmara bultenên sor ji 12.000î bihûrî.

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Ewropayê: Referandûma serxwebûnê ne qanûnî ye
    YE bangî Iraq û Hewlêrê kir: Pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin
    Etîketan:
    çin, YE, interpol, YE, tirkiye, Ewropa, Amerîka, Tirkiye, Kanada û Rûsyayê, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de