15:33 19 Mijdar 2017
Zindî
    YPG - Operasyona Reqqayê

    Xeterîya pêvçûna kurd û ereban: Nefta Dêrezorê wê ji kê re bimîne

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 181 0 0

    Xeterîya destpêkirina pêvçûnên di navbera HSD û artêşa hikûmeta Sûrîyeyê de heye û her weha nîşaneyên wê xetereyê jî êdî xwe dîyar dikin. Kurdan hişyarî da artêşa Sûrîyeyê ku derbazî alîyê din ê çemê Firatê nebin.

    Artêşa Sûrîyeyê ji alîyê rojava ve ber bi Dêrezorê ve diçe. Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) jî, ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, ji alîyê rojhilat ve gihaştin bajêr. Ihtimal heye ku ji bo çavkanîyên neftê yên parêzgeha Dêrazorê herdu hêz rastî hev bên. Pêvçûna di navbera herdu hêzan de çiqas pêkan e û yedekên petrolê yên DAÎŞê wê ji kê re bimînin?? Russia Today (RT) bersîva vê pirsê ji eksperan pirsî.

    MÎRATA XELÎFETÊ

    Artêşa Sûrîyeyê û hêzên hevalbendên vê ji bo fînala şerê bidestxistina bajarê Dêrezorê hewl didin. Roja 9ê Îlonê bi piştgirîya hewayî ya Rûsyayê dorpêça Dêrezorê hatibû şikandin. Ew yek ji alîyê Wezareta bergirîyê ya Rûsyayê ve wek yek ji serkeftinên herî giring ên sê salên dawîyê hat bi navkiririn.

    Rizgarkirina Dêrezorê hem di warê stratejîya leşkerî û hem jî di warê aborî de gelek giring e. Ew herêm wek dilê endustrîya petrolê ya Sûrîyeyê hilsegandin. Beşeke çavkanîyên neftê li rojavayê bajêr û beşek jî li rojhilatê bajêr, li deravên alîyê çepê yê Firatê dimînin.
    Niha li Sûrîyeyê sê hêz çavkanîyên neftê yên Sûrîyeyê kontrol dikin: Şama fermî, DAÎŞ û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk.

    TEKOŞÎNA JI BO ÇAVKANÎYAN

    Ji bo kontrolkirina Dêrezorê ji bilî Şama fermî, HSD jî hewl dide. Roja 11ê Îlonê di çapemenîyê de hate ragihandin ku kurdan êdî dest bi sazkirina  meclîsa sivîl a rêvebirîya parêzgehê kirine. Meclîsa leşkerî ya Dêrezorê ya ji alîyê kurdan ve ji berê de hatibû sazkirin, di heman rojê de ragihand ku ji bo rizgarkirina bajêr amade ne û piştî wê ragihandinê şervanên HSDê ji alîyê rojhilat ve gihaştin bajêr.

    Pentagonê pêşketina kurdan a ber bi bajarê stratejîk ve silav kir û ragihand ku piştgirîya ji bo HSDê wê berdewam bike. Li gor gotinên berpirsên Pentagonê, tevgera hêzên kurd bi nunerên artêşa hikûmeta Sûrîyeyê re bi koordîne dimeşin.

    Nûnerê HSDê Telal Silo ji Sputnikê re ragihand ku yekîneyên wan talîmat wergirtine ku bi artêşa hikûmeta Sûrîyeyê re bi tu awayî şer nekin. Lê, Ehmed Ebû Hewla fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ya ji alîyê kurdan ve hate sazkirin, ragihand ku eger ji alîyê artêşa Sûrîyeyê ve tenê guleyek jî ber bi wan ve bête avêtin, ew ê bersîveke tund bidin.

    BI ALÎKARÎYA KURDAN KONTROLA BERFIREH

    Karmendê berê yê Pentagonê Michael Maluf ji RTyê re ragihand ku wê pêşbazîyeke mezin derkeve holê, ji ber ku artêşa Sûrîyeyê bi piştgirîya Rûsyayê ji alîyê rojava ve pêş dikeve û HSD jî bi piştgirîya DYAyê ji alîyê rojhilat û bakûr ve.

     

    Li gor nêrîna Maluf, DYA dixwaze bi alîkarîya kurdan zêdetir herêmên di destê DAÎŞê de bi dest bixe ku li wan cihan bimîne. Maluf got:"Ez wisa difikirim ku DYA û Rûsya wê li ser vê meseleyê li hev bikin. Ji ber ku xwesteka kontrolkirina Dêrezor û herêmên din dikare şereke mezin derxîne.
    Çavkanîyên neftê yên Dêrezorê yên mezin El-Tanak, El-Omar û Deyro li alîyê rojhilat ê Firatê ne û hêj jî di bin kontrola terorîstên DAÎŞê de ne. HêzênHSDê ber bi wî alî ve diçin".

    Serokê  Civaka Dostanî û Hevkarîya bi Welatên Ereb re Vyaçeslav Matûzov ji RTê re ragihand ku ihtimala wê yekê kêm e, ku amerîkî kontrola çavkanîyên neftê ji hikûmeta Sûrîyeyê re bihêlin, ji ber wê jî berberî wê berdewam bike û got: "Eger kurd hewl bidin ku çavkanîyên neftê ên Dêrezorê kontrol bikin, pêvçûna bi artêşa Sûrîyeyê re jênerevîn e. Hikûmeta Sûrîyeyê dixwaze wan çavkanîyan kontrol bike û ez wisa difikirim ku civaka navneteweyî û cîhana ereb jî wê piştgirîya wê bikin".

    SÎNORÊN FIRATÊ

    Xeterîya destpêkirina pêvçûnên di navbera HSD û artêşa hikûmeta Sûrîyeyê de heye û her weha nîşaneyên wê xetereyê jî êdî xwe dîyar dikin. Kurdan hişyarî da artêşa Sûrîyeyê ku derbazî alîyê din ê çemê Firatê nebin. Li pişt wê hişyarîyê jî armancên sîyaseta DYA ya li Sûrîye û Rojhilata navîn disekinin.

    Niha hem HSD û hem jî artêşa Sûrîyeyê dixwazin guzergeha neftê ya di navbera Firat û sînorê Iraqê de kontrol bikin. Bi taybet jî bajarê Ebû Kamal ku bi bajarê El-Embar ê Îraqê re sînor e.

    Li gor gotinên Vyaçeslav Matûzov, sedemên piştgirîya DYAyê ya ji bo kurdan bi motîvên sîyasî ve girêdayî ne. DYA dikare wê yekê wek navgîna guşarê bikar bîne ku pozîsyona xwe ya di guftûgoyên Astana û Cenevê de xurttir bike. Matûzov dîyar dike ku rola DYAyê ya çareserîya sîyasî ya Sûrîyeyê bi kontrolkirina zêdetir xaka wî welatî ve girêdayî ye.

    HEWLÊN RÛSYAYÊ

    Li gor nêrîna serokê Navenda Enstîtuya Lêkolînên Îslamî ya Geşedana Înovasyonî Kîrîll Semyonov, motîvên din jî yên arezûya DYAyê zêdetir dike hene: "Giringîya Dêrezorê her weha bi wê yekê ve jî girêdayî ye ku rîyên bingehîn yên Îraq û Sûrîyeyê bi hev re girê didin, ji wî bajarî derbaz dibin. Li vir berjewendîyên Îranê jî hene: vekirina korîdora ji Îraqê ber bi Sûrîyeyê ve. Ji bo amerîkîyan vebûna korîdora şiî nayê qebûlkirin".

     
    Semyonov dihesibîne ku  nakokîyên li herêmê gelek tevlihev in û karîgerîya Rûsya û DYAyê ya li ser hevalbendên wan wê rola sereke bilîzin, ku pêşî li pêvçûnan bigirin.

    Li gor gotinên eksperan, Rûsya gelek hewl dide ku rê nede konflîktên gengaz ên di navbera kurd û ereban de û dixwaze di çarçoveya hiquqa navneteweyî û bi rîyên aştîyane pirsgirêkên di navbera alîyan de çareser bike.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Amerîka li Rojava baregeheke alternatîfa încîrlîkê ava dike
    'Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser mijara Idlibê li hev kir'
    Lavrentyev: Rûsya, Tirkiye û Îran dê kontrola herêmên li Idlibê bikin
    Sekreterê Yekîtiya Rojnamevanên Ereb: Ihtimaleke mezin DYA dê piştgiriya serxwebûnê bike
    Rêvebiriya Rojava amadehiyên dayîna nasnameyan dike
    Tirkiye: Em destûrê nadin ku li Rojava korîdorek bê avakirin
    Tirkiye li sînorê Rojava dîwarekî din ava dike û hêza leşkerî bi cih dike
    Amerîka li Rojava hêzeke çekdar a mayînde ava dike
    Etîketan:
    Dêrazor, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de