18:16 25 Hezîran 2018
Referandûm- serxwebûn - Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK)

Hemû deverên veqetîyayî wê di referandûmê de başdarîyê bikin

© Sputnik /
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê fermi yê Partîya Demokrata Kurdistan (PDK) Mehmûd Mihemed ji ajansa RIA Novostî re ragihand ku referandûma serxwebûna Kurdistanê ya ji bo roja 25ê Îlonê hatî destnîşankirin, wê ne tenê li herêmên bi fermi di nav otonomîyê de cih digirin, lê her weha wê hemû herêmên di bin kontrola kurdan de jî bête pêkanîn.

Mehmûd Mihemed di berdewamîya axaftina xwe de got: “Di referandûmê de ji bilî Dihok, Hewlêr, Silêmanîye û Helepçeyê wê Şingal û çend deverên girêdayî Kerkûk û Neynovayê yên di bin kontrola Pêşmerge de jî beşdarîyê bikin”.
Herêma Kurdistanê bi fermi 4 parêzgehan di nav xwe de dihewîne: Dihok, Hewlêr, Silêmanîye û Helepçe. Kerkûk û çend taxên Neynovayê jî piştî şerê bi DAÎŞê re derbazî di bin kontrola Pêşmerge bûn.


Berpirsê PDKê bi bîr anî  û got: “Anegorê Destûra Bingehîn di sala 2005an de gereke qedera deverên veqetîyayî bi rîya referandûmê ve bihata kifşkirin, lê Bexdayê ji bo lidarxistina referandûmê tu tişt nekirin. Her weha dema DAÎŞê êriş kir jî, hikûmeta Îraqê ji bo parastina wan herêman tiştek nekir û artêşa Iraqê jî ji wan deveran vekişîya. Rizgarkirina wan herêman Pêşmerge pêk anî û parastina wan jî dîsa Pêşmerge dike”.
Derbarê beşdarên referandûmê de jî Mehmûd Mihemed destnîşan kir ku penaberên ji herêmên din ên Îraqê nikarin di referandûmê de beşdarîyê bikin. Lê, niştecihên ereb wê di dengdana referandûmê de beşdarîyê bikin.

Bi heman mijarî:

Parlamentoyê qanûna referandum a serxwebûnê qebûl kir
McGurk: Li gorî me referandum ne fikreke baş e
‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'
Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
Etîketan:
Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de