18:59 25 Hezîran 2018
Ala Kurdistan

Kê ji bo çi piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê dike?

© AFP 2018 / Safin Hamed
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê Civata Nûneran a Iraqê Casem Muhammed Cefar ji Sputnikê re ragihand ku parlamenterên iraqî ji bo qedexekirina referandûma veqetîna Kurdistan û herêmên di bin kontrola kurdan de imza kom kirine û wan imzayan wê raberî parlamentoyê bikin.

Li gor gotinên Cefar, ji partîyên sîyasî yên cuda 120 imza hatine komkirin. Pirsa dengdanê êdî di rojeva civîna parlamentoyê de ye û parlamento  bi wî awayî wê Destûra Bingehîn û qanûnên Iraqê biparêze yên bi referandûmê re nakokîbar.

 

GELÊ KURD BI ÎRADEYA XWE YA AZAD DIXWAZE MAFÊ XWE BIKAR BÎNE

Sputnikê cudahîya nêrînan a Bexda û Hewlêrê ji nûnerên hikûmeta herêma Kurdistanê û eksperan pirsî. Berdewkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî   wiha got: “Referandûm mafê yasayî yê her gelekê ye û kurdistanî jî xwedî wî mafî ne. Iraq de facto ne dewleteke yekpare ye. Mixabin sîyasetmedarên iraqî sîyaseta yekitîyê cal kirin. Heta sala 2003an nexşerêya sazkirina Iraqa nû ya li ser esasê demokrasî û sazkirina şirîktîya resen ya di navbera sûbjeyên cuda ên dewletê hebû. Lê, ji ber sîyaseta rêvebirîyên dawîyê û binpêkirinên Destûra Bingehîn ew yek pêk nehat. Di wan şertan de gelê Kurdistanê serî li mafê xwe yê kifşkirina qedera xwe dide.

Derbarê helwesta civaka navneteweyî de jî dikarim bibêjim ku ji bo wan dabînkirina ewlekarî û aramîya li herêmê  bi taybet jî di şertên tekoşîna li dijî terorîzmê de giring e. Civaka navneteweyî ji ber wextê lidarxistina referandûmê bi fikar e, lê ne ji ber referandûmê bi xwe. Ji peymana Sykes-Picot heta niha ji bo vê biryarê demeke ewqas destdayî ya wek niha peyda nebûye. Tevlihevî û nearamîya li herêmê piştî ji alîyê Iraqê ve dagirkirina Kuweytê ya sala 1990an destpê kir û heta niha jî berdewam dike. Bi taybet jî li Sûrîyeyê. Sedemên wan kataklîzmayan ne kurd in. Berovajî kurd li herêmê yek ji faktorên dabînkirina aramîyê ne.  Peydabûna dewleta kurd statûkoya li herêmê naguherîne, lê wê rewşa heyî û aramîya herêmê baştir bike. Em hêvî dikin ku derbarê hewlên Kurdistanê yên tekoşîna li dijî terorîzmê de jî tu endîşe peyda nebin.

SERXWEBÛN WÊ NEBE SEDEMÊ VEQETÎNA YEKSER

Referandûma serxwebûnê wê nebe ji hev veqetîna yekser. Bexda wê wek hevkarê stratejîk ê Kurdistanê bimîne. Bi rastî jî li herêma me nûnerên opozîsyona kurd ên Tirkiye û Îranê hene, lê ew bêy destûra rêvebirîya me tev digerin. Herêma Kurdistanê li gel Îran û Tirkiyeyê di nav têkilîyên baş de ye. Tu niyetên me yên li wan herdu welatan avakirina Kurdistanê tune ye. Lê, em hêvî dikin ku Tirkiye û Îran pirsa kurd û yên hûrgelên din bi rîyên aştîyane ve çareser bikin. Hewl û xebatên me tenê bi Herêma Kurdistanê ve sînordarkirî ne”.

KURD DI AVAKIRINA DEWLETA XWE DE BI BIRYAR IN

Rêvebirê giştî yê kovara Meşhed Macîd Azzam jî derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ji Sputnikê re wiha axivî: “Kurd û ereb qurbanîyên peymana Sykes-Picot ne. Piştî wê peymanê li Iraq û Sûrîyeyê dîasporayên kurd ên mezin peyda bûn. Di destpêkê de li ser mafên kurdan ên welatîbûnê de pirsgirêk tunebûn, lê bi hatina neteweperestîya ereb û sazkirina rejîmên despot, kurd êdî rast bi guşarên tund hatin. Li Iraqê li hember kurdan çekên kimyawî hatin bikaranîn. Piştî ji alîyê DYAyê ve di sala 2003an de dagirkirina Îraqê, kurdan hewl dan ku dewleta xwe ava bikin. Lê, rast bi astengkirina îraqîyan hatin. Lê, kurd di avakirina dewleta xwe û beşdarîbûna çareserîya problemên herêmî de bi biryar in.

Kurdan li gel Mistefa Kemal Ataturk ji bo serxwebûna Tirkiyeyê şer kirin. Hevberkirina rewşa kurdên li Îraq û Tirkiyeyê ne mimkun e. Bi taybet jî ew yek di salên dawîyê yên rêvebirîya AKPê de dîyartir e. Tirkiye wek berê bi awayeke tund li dijî referandûmê derdikeve, lê di heman demê de bi hikûmeta herêmê re jî di nav têkilîyên baş de ye. Tirkiye hewl dide rêvebirîya Kurdistanê qane bike ku dest ji referandûmê berdin û her tim yekitîya Îraqê destnîşan dike. Lê, eger referandûm bête pêkanîn û biryara veqetîna ji Îraqê bête wergirtin jî, ew ê bibe serkeftina teorîk a li ser kaxezê. Ji alîyê din ve wê sekna desthilata Kurdistanê ya li hember Bexdayê bide xurtkirin”.

TEHRAN DITIRSE KU TÊKILÎYÊN KURDISTAN Û ÎSRAÎLÊ BANDORÊ LI EWLAKARÎYA WÊ BIKE

Dîplomatê berê yê îranî û analîstê sîyasî Hadî Afqayî jî derbarê mijarê de ji Sputnikê re wiha got: “Pozîsyona Îranê ya di vê mijarê de hişk e. Îmam Hamenî ragihand ku referandûm li ser ewlekarîya herêmê tehdîdan saz dike. Sererkanê artêşa Îranê Muhammed Bakrî jî di dema serdana xwe ya Enqereyê de heman tişt gotibûn.

Mesûd Barzanî di yek ji hevpeyvînên xwe de got ku kurd wê piştî veqetîna ji Îraqê bi Îsraîlê re dest bi têkilîyan bikin. Ew yek  dewleta tirk a bi Îsraîlê re di nav têkilîyên dîplomatîk ên baş de aciz neke jî, wê Îranê aciz bike. Tehran li ser vê fikrê ye ku têkilîyên kurd û Îsraîlê dikarin bandorê li ewlekarîya Îranê bikin.

RÊYA YEKSER YA BER BI ŞERÊ KURD Û EREBAN VEDIBE

Rojnamevanê rûsî Andrey Ontîkov jî difikre ku ji Îraqê veqetîna kurdan, dikare bibe egera şerê kurd û ereban: “Rûsya kurd jî di nav de mafên hemû gelan ên dewletbûnê nas dike. Lê, di heman demê de jî piştgirîya parastina yekpareyîya Îraqê dike, ku niha gelek giring e. Referandûma kurdan wê li Îraq û tewaya Rojhilata Navîn rageşîyê zêde bike. Her weha ihtimala şerê di navbera kurd û ereban de jî zêde dibe. Li Sûrîyeyê jî meylên cudaxwaz hene. Kurdên Sûrîyeyê jî di demeke nêzîk de wê hilbijartinên herêmî pêk bînin. Heman tişt dikarin li Tirkiyeyê jî pêk werin. Ew hemû rêya yekser ya ber bi şerê kurd û ereban vedike.

Li cîhanê du dewlet hene yên piştgirîyê didine referandûma Kurdistanê ya veqetîna ji Îraqê: Îsraîl û DYA. Îsraîl ji destpêkê ve piştgirîya fikra referandûmê dike. Ji ber ku referandûm alîkarîya sîyaseta îsraîlê ya perçekirina cîhana ereb dike. DYA di warê fermî de banga lipaşxistina referandûmê dike, lê ne li dijî biryarê bi xwe ye. Referandûm kêrî berjewendîyên DYAyê jî tê, ku bi Îsraîlê re hevalbend in. Sîyaseta DYAyê ya Rojhilata Navîn di wan demên dawîyê de li dijî yekitîya cîhana ereb hatîye arestekirin".  

 

Bi heman mijarî:

"Polîtîkayên Tirkiyeyê dê diyar bike bê referandûm bo kurdên Tirkiyeyê bibe mînak an na"
Barzanî û nûnerê NYyê civîyan: Referandûm mafekî yasayî û asayî ye, nayê paşxistin
Goran û Komel: Divê referandûm bê paşxistin
Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
KCK: Em li dijî referandûm û Kurdistana azad dernakevin
Neteweyên Yekbûyî: Me negotiye referandûm neyasayî ye
Pisporê Sîyasetê Vahab: Referandûm wê li Iraqê bibe sedema şerekî navxweyî
Tirkiye: Referandûm xizmeta îstîqrara herêmê nake
Barzanî û Tillerson axivîn: Referandûm biryara gel e
‘Referandûm ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
Etîketan:
Ereb, Kurd, Rojhilata Navin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de