14:38 19 Îlon 2017
Zindî
    Venedîk

    Walîyê Venedîkê: Kesê ku bêje 'Allahû Ekber' wê bête kuştin

    © Sputnik/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Walîyê bajarê Venedîka Îtalyayê ragihand ku ji bo kesên Allahû Akber biqêrin emrê lêdanê daye. Piştî wê daxuyanîyê walîyê Floransayê bi qêrîna Allahû Ekber henek kir û li ser bertekan lêborîn xwest.

    Walîyê Venedîkê Luigi Brugnaro di konfarenseke li herêma Rîmînî de axaftinek pêşkêş kir û ragihand, ku ji bo kesên peyva Allahû Ekber biqêrin emrê gulebarankirinê daye polîsan.

    Brugnaro di berdewamîya axaftina xwe de got: “Kesê ku li Meydana San Marîno peyva Allahû Ekber biqêre, gereke bizanibe ku wê bête gulebarankirin. Eger salek berî niha baya min ê bigota piştî 4 gavan wê bêne lêdan, lê niha ez dibêjim ku piştî sê gavan bavêjin wê bêne kuştin”.

    Angela Merkel
    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert

    Walîyê îtalî her weha got ku “Ew dibêjin em dixwazin biçin bal xwedê, ji ber wê yekê dewsa ku em wan ji pirê bavêjin, emê rasterast wan bişînin bal xwedê. Em ê wan bikujin”.

    Piştî bi dawîbûna konferansê, walîyê Floransayê Dario Nardella xwest henek bike û bi qêrîna Allahû Ekber derbazî odeyê bû, lê dema ew `henek` di medya îtalî de belav bû, bi taybet jî piştî çalakîyên terorîst ên li Spanyayê, rast bi bertekan hat. Nardella di rûpela xwe ya Facebookê de xemgînîya xwe ya ji ber wê henekê derbirî û lêborîn xwest.

    Bi heman mijarî:

    ‘Li gorî wan Îslam şîrketek e û ew jî patronê wê şîrketê ne'
    Lavrov: ‘Ceyş ul Îslam û Ehrar uş Şamê jî wê tev li Cenevreyê bibin'
    Bexdadî îslam ola şer e ne ya aştiyê ye
    ‘Vatîkan û Îtalya piştevanê serxwebûna Kurdistanê ne'
    Piraniya gelên Îtalya û Almanyayê bawer nakin ku Rûsya bo welatên Baltik û Polonyayê gef e
    Îtalya: Esad bi saya Rûsyayê bihêztir bû
    Parlamenterê libyayî: "Li pişta êrişên baregeha petrolê Îtalya û Îngîltere hene"
    Etîketan:
    Luigi Brugnaro, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de