08:22 26 Îlon 2017
Zindî
    Guhdarîkirna ajansa ewledariya naetewî ya Amerîkayê li têkilyên telîfonî

    Leşkerên rûsî li Sûrîyeyê ragihandina nû ya nepenî ceribandin

    © Fotolia/ Matthias Buehner
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Serokê Gerînendeya Giştî ya Ragihandinê ya Hêzên Leşkerî yên Rûsyayê general Xalîl Arslanov ragihand, ku leşkerên rûsî rêbaza nû ya organîzekirina ragihandina nepenî bi bikaranîna operatorên bîyanî ve ceribandin.

    General Xelil Arslanov destnîşan kir ku ji destpêka operasyonên leşkerî yên li Sûrîyeyê, cara yekemîn rêbazên nû yên organîzekirina ragihandina nepenî bi bikaranîna torên operatorên ragihandinê yên dewletên bîyanî ceribandin.

    Generalê rûsî dîyar kir ku torên ragihandinê yên sabît yên li Sûrîyeyê di dema şer û pêvçûnan de bi awayeke qismî hilweşîya bûn û got: "Ragihandina ji alîyê Hêzên Leşkerî yên Sûrîyeyê ve dihat bikaranîn bi giştî ragihandina bi rîyên kablo û kanalan ve bû û bi wî awayî %90 baresteya înformasyonê dihate ragihandin".

    General Arslanov her weha destnîşan kir ku  piranîya ragihandina troposferîk û radyo guhêrker di encamê têkçûnên hêzên hikûmeta Sûrîyê yên li Palmîra, Dêrazor û Îdlîbê hilweşîyabû.

    Fermandarîya komên leşkerî yên li Sûrîyeyê piştî avakirina sîstema nû, bi beşdarên koalîsyonê re axaftinên navneteweyî pêk anî û bi wî awayî ragihandina nû hate ceribandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Muzakereyên S-400î yên bi Tirkiyeyê re li gorî berjewendiyên me yên stratejîk in
    Rûsya: Navenda çavderiyên bo herêmên kêmkirina rageşiyan dest bi xebatên xwe kir
    Rûsya: Em ê bersiva Amerîkayê bidin
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê ji 3 milan ve ber bi Dêra Zorê ve diçin
    Rûsya li Dêra Zorê konvoya DAIŞê bombebaran kir: 200 kuştî
    Rûsya: Feylak el Rahman li Gutaya Rojhilat tevlî agirbestê bû
    Rûsya: Em hêvîdarin muxalefet di paqijkirina hêlînên terorê de bibe alîkar
    Etîketan:
    Xelil Arslanov, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de