13:30 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Nijerya

    Nîjerya dixwaze di tekoşîna li dijî Boko Haramê de bi Rûsyayê re hevkarîyê bike

    © AFP 2017/ Issouf Sanogo
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Wezîrê bergirîyê yê Nîjeryayê destnîşan kir ku Rûsya di tekoşîna li dijî terorîzmê de li tewaya cîhanê roleke giring dilîze û ew jî hêvîya piştgirîya Rûsyayê dikin.

    Wezîrê bergirîyê yê Nîjeryayê Mansûr Dan Alî ji ajansa RIA Novosti re ragihand ku Nîjerya dixwaze di tekoşîna li dijî rêxistina radîkal Boko Haramê li herêmê bi Rûsyayê re hevkarîyê bike û got “Me bi wezîrê bergirîyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu re mijara hevkarîya li dijî terorîzmê gotûbêj kir û di hevdîtinê de min rola Rûsyayê ya li tewaya cîhanê dilîze destnîşan kir. Em dizanin ku problema terorîzmê pirsgirêkeke cîhanî ye û di wê mijarê de Rûsyayê lîkarîya Afganistan, Sûrîye û Tirkiyeyê kir. Em jî hêvîya  piştgirîya Rûsyayê ya li herêma xwe dikin”.

    Rêxistina radîkal Boko Haram bi taybet li Nîjeryayê tevdigere û li dijî sîstema perwerdehî ya modela rojavayî derdikeve û daxwaza sepandina qanûnên şerîetê dike.

    Bi heman mijarî:

    Nijerya: Baregeha sereke ya Boko Haramê hat bidestxistin
    Rûsya ji bo dîyaloga Amerîka û Koreya Bakur bênavber dixebite
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê ji 3 milan ve ber bi Dêra Zorê ve diçin
    Rûsya li Dêra Zorê konvoya DAIŞê bombebaran kir: 200 kuştî
    Rûsya: Feylak el Rahman li Gutaya Rojhilat tevlî agirbestê bû
    Rûsya: Em hêvîdarin muxalefet di paqijkirina hêlînên terorê de bibe alîkar
    Rûsya wê helîkopterên Ka-32 îxracî Tirkiyeyê bike
    Etîketan:
    Mansûr Dan Alî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de