14:41 22 Îlon 2017
Zindî
    Îran

    Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê: Îran bi Tirkiyeyê re plana operasyonên li dijî PKKê nake

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 12410

    Buroya çapemenî ya Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê ragihand ku Îran plan nake ku bi Tirkiyeyê re operasyonên leşkerî li dijî PKKê pêk bîne.

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan roja duşemê ragihandibû ku bi serfermandarê leşkerîya Îranê Muhammed Bekirî re pirsa operasyona leşkerî ya  hevbeş a li hember PKKê gotûbêj kirine.

    Di daxuyanîya buroya çapemenî ya Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê de tê gotin ku "Em li derveyê welêt tu operasyonan pêk naynin, lê em ê li hember her kes û komên ku hewl bidin destdirêjîya xaka Îranê bikin rawestin.

    Her weha em ê li hember çalakîyên terorîstî yên gengaz jî tedbîran bistînin û pêşî li wan bigirin. Îran plan nake ku bi Tirkiyeyê re operasyonên leşkerî li dijî PKKê pêk bîne".

    Serfermandarê leşkerîya Îranê hefteya borî serdana Tirkiyeyê kiribû. Ew serdana herî astbilind a leşkerî ya tewaya dîroka têkilîyên Îran û Tirkiyeyê bû.

    Bi heman mijarî:

    Îran hişyarî da Amerîkayê: Herî zêde 5 rojên me digire
    Îran: Mafê federalî yê Kurdistanê tuneye
    Îran: Amerîka di pratîkê de piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike
    Îran: Em piştgiriya hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê dikin
    Barzanî: PKK ne terorîst e, piştgiriyê dide referandûmê
    Îmamê Tirk bersiva çima PKK naqede da: Xweda nabe alîkar
    PKK: Divê PDK li dijî Tirkiye helwesta xwe zelal bike
    Etîketan:
    Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de