17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Şoygu

    Şoygu banga yekkirina hêza leşkerî ya li hember terorîzma navneteweyî kir

    © Sputnik/ Vadim Savitskii
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Wezîrê bergirîyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu banga yekkirina hêza leşkerî ya li hember terorîzma navneteweyî ya di warê çekan de bi xurt û xwedî perwerdehîya baş kir.

    Sergey Şoygu di dema hevdîtina bi wezîrê bergirîyê yê Nîjerê Kalla Mûttarî ya di çarçoveya Forûma Leşkerî-Teknîkî `Artêş-2017` hatî lidarxistin de got ku “Ez dihesibînim ku pêvguhestina ezmûnên di warê tekoşîna li dijî terorîzmê de gelek giring in. Rûyê terorîzmê yê îro ji ya hemû deman cudatir e. Em behsa komên bi rêxistin û xwedî perwerdehîya baş dikin. Ew ne tenê çete yan jî komên çekdar in, ew tehdîdeke gelek cidî ya navneteweyî ye”.


    Wezîrê bergirîyê yê Rûsyayê destnîşan kir ku terorîstên ji hemû welatan li wan deran kom dibin, cihên ku derfeta guherandina  desthilatê dibînin û li dû berjewendîyên xweperest digerin.
    Sergey Şoygu di berdewamîya axaftina xwe de got: “Me gelek caran got û em ê bê rawestan dubare bibêjin ku çekdarên li Sûrîye, Afganistan û Libyayê şer dikin, wê vegerên welatên xwe û şerê xwe berdewam bikin. Îro mixabin em encamên wan vegeran dibînin. Ji ber wê jî, em careke din banga yekkirina hêza leşkerî ya li dijî terorîzma navneteweyî dikin”.

    Bi heman mijarî:

    Kati Piri bersiva îdiayên PKK û HDPê da: Li gorî we rexne terorîzm e
    Pûtîn: Terorîzm bi piştgiriya welatekî xelas nabe
    Pûtîn: Krîza Maliyê da zanîn ku terorîzm sînoran nasnake
    Mogerînî-Enqerê: Terorîzm divê ji kok ve bê rakirin, lê bi kurdan re –lihevkirin
    DYA ji hevalbendên xwe daxwaz kir ku hedefa wan DAÎŞ be, lê ne Esad
    Wallace:Dibe ku Daîş li dijî Ingiltereyê çekên kîmyevî bikar bîne
    DAÎŞ zarokan dişîne şer
    Etîketan:
    Sergey Şoygu, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de