08:21 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê

    ‘Ji 76 milyar dolar alîkarî nîvî zêdetir hat dizîn'

    © AFP 2017/ Romeo Gacad
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 93 0 0

    Li gorî îdîayan, artêşa Amerîkayê ji sala 2002an ve 76 milyar dolarê ku ji bo piştgirî û perwerdehiya leşkerî şandibû Afganistanê nîvî zêdetir an hat talankirin an jî hat dizîn.

    Îstîxbaratvan û pisporê ewlehî yê Afganistanê Kabil Han Tedbir di axaftina xwe de ragihand ku alîkariya ji sala 2002an ve artêşa Amerîkayê ku li Afganistanê kiribû piraniya wê hat dizîn an jî hat talankirin. Piştî ku Talîban hat rûxandin çek, cebilxane û alîkariya ku Amerîkayê li Afganistanê kir ku nehate talankirin wê têra 40 salî bikira.

    ‘ÇEKÊN AMERÎKAYÊ DIKEVIN DESTÊ MILÎTANAN'

    Generalê teqawutbûyî û pisporê ewlehî Muhammed Arif jî di axaftina xwe de got: "Çekên biçûk bi hesanî têne dizîn û paşî di bazara reş de têne firotin, carinan ev çek dikevin destê milîtanên ku bi hêzên ewlehî re şer dikin."

    Amerîkayê heta niha 600 hezar çekên biçûk, 163 hezar bêtêl, 76 hezar wesayît, 30 hezar amûrên îmhakirina bombeyan, 16 hezar aletên kifş û îstîxbaratê û û 208 balafir dane Afganistanê.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistanê êrîşî mizgeftê kirin: Herî kêm 20 kes mirin
    Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
    Pentagon: Fermandarê rêxistinê yê Afganistanê hat kuştin
    Pakistanê êrişî Afganistanê kir: 50 kuştî
    Tekoşîna çekdarî li dijî DAIŞ li Afganistanê bê encam e
    Etîketan:
    Amerîkayê 76 milyar dolar alîkarî li Afganistanê kir, Artêşa Amerîkayê, Amerîka, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de