09:58 21 Îlon 2017
Zindî
    Domates

    Tkaçev: Ji bo îtxala firingiyan em ne amade ne

    © REUTERS/ Eduard Korniyenko
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Wezîrê Çandî yê Rûsyayê Aleksandr Tkaçev di axaftina xwe de ragihand ku niha ji bo şandina firingiyên Tirkiyeyê em ne amade ne.

    Wezîrê Çandî yê Rûsyayê Aleksandr Tkaçev di axaftina xwe ya televîzyona Rossiya 24ê de got: Wê demê ji bo zêdekirina hilberîna firingî, xeyar sewzeyên din me bangî karsazên xwe kir. Ji bo vê kanayên dewletê jî hatin serfkirin. Karsazên rûsî ji bo vê kredî kişandin û risk girtin. Vegera ji vê ji bo hilberîne me ne tiştekî rast e. Niha ji bo firingiyên Tirkiyeyê em ne amade ne."

    Aleksandr Tkaçev di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bazara sewze ya rûsî hetanî 3-5 salan wê ji sedî 90 ji berhemên rûsî were dagirtin."

    Piştî balafira rûsî li sînorê Sûriyeyê ji aliyê jetên F-16 ên Tirkiyeyê ve hat xistin, Rûsya standina berhemên çandînî yên Tirkiyeyê rawestandibû û firingî jî yek ji wan bû.

    Têkiliyên navbera Enqere û Moskowê bi hevdîtinên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan normalîze bûn û qedexeya gelek berhemên çandinî hat rakirin, lê Moksowa ji bo ku wê zirarê bide hilberînên rûsî qedexeya firingî ranekiriye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya ji xeyrî firingiyan qedexeya hemû berhemên çandinî rakir
    Wezîrê Herêma Kurdistanê: Çandinî divê cihê petrolê bigire
    Amerîka di warê çandinî de wê piştgiriya Herêm Kurdistanê bike
    Rûsya qedexeya hinek berhemên çandinî yên Tirkiyeyê rakir
    Rûsya careke din venêrînerên xwe yên çandinî dişîne Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Îtxalata firingiyên Tirkiyeyê, Wezîrê Çandî yê Rûsyayê, Aleksandr Tkaçev, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de