09:55 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Tariq Cewher Sermamî

    Parlamentoya Kurdistanê plan dike ji nû ve dest bi xebatê bike

    © Foto: FB
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Şêwirmendê Ragihandinê yê Parlementoya Kurdistanê Tariq Cewher ji ajansa Sputnikê re ragihand ku partîyên sîyasî yên sereke derbarê çalakkirina parlamentoya Kurdistanê de li hev kirin.

    Li gor gotinên Cewher, bi dîroka referandûma serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî biryar hate dayîn ku heta roja 10ê Tebaxê xebatên parlamentoyê destpê bikin. Cewher dîyar kir ku ji bo bicihanîna hemû  formalîteyên qanûnî pêwistî bi parlamentoya çalak heye.


    Tariq Cewher di dirêjahîya axaftina xwe de got ku "Em ji ber nebûna Destûra Bingehîn gelek zehmetîyan dikşînin, ji bo nimûne, eger parlamento dest bi xebatê bike, wê bi pirsa rewşa  serokatîya Herêma Kurdistanê re rû bi rû bimîne". 
    Cewher her weha destnîşan kir ku berî destpêkirina xebata parlamentoyê gereke partîyên sîyasî li ser pirsên sereke li hev bikin, ji ber ku xebata parlamentoyê ji ber nakokîyên di navbera partîyên sîyasî de hatibû rawestandin.
    Di Cotmeha 2015`yan de ji ber cudahîyên sîyasî yên tûj ji serokê parlamentoyê yê ji Tevgera Goran re destûr nehatibê dayîn ku derbazî hewlêrê bibe û ji wê demê ve xebata parlamentoyê hatîye rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Mihemed Hecî Mehmûd: Ji bo referandûmê hewce nake parlamento kar bike
    Elî Bapîr: Beriya referandûma serxwebûnê divê parlamento were xebitandin
    Komala Îslamî: Beriya referandûmê divê parlamento were xebitandin
    Bûdçeya hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê hat pesendkirin
    Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê. Parlamento di bin darbeyê de ye
    Yildirim: "Parlamento wê dirêjkirina Rewşa Awartê di nava xwe de binirxîne"
    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Etîketan:
    Parlamentoya Kurdistanê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de