08:09 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Îran û koma `5+1`

    Îranê Waşîngton bi binpêkirina peymana nukleerî tawanbar kir û ji KENYê re gilî kir

    © AP Photo/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Serokê parlamentoya Îranê Alî Larîcanî ragihand ku DYA bi biryara sepandina mueyîdeyan ve şertên peymana bernameya nukleerî ya Îranê binpê dike û ji ber wê jî Tehranê serî li Konseya Ewlekarîyê ya NY daye.

    DYAyê 18 rêxistin û kesên taybet ên îranî derbazî lîsteya mueyîdeyan a bernameya nukleerî ya Îranê kir. Tehranê ev pêngava Waşîngtonê şermezar kir û ragihand ku wê ew jî li hember rêxistin û kesên taybet ên amerîkî dest bi mueyîdeyan bikin.


    Berî niha DYAyê ragihandibû ku Îran şertên plana tevgerê ya bernameya nukleerî bi cih tîne yên di Tîrmeha sala 2015yan de di navbera Îran û koma `5+1`ê de hatibû imzakirin.
    Îran û koma `5+1`ê di roja 14ê Tîrmeha sala 2015an de peymana dîrokî ya çareserkirina bernameya nukleerî ya Îranê imza kiribûn. Anegorê wê peymanê plana tevgera hevbeş hatibû qebûlkirin û mueyîdeyên aborî û fînansî yên ji alîyê Konseya Ewlekarîyê ya NY, DYA û YEyê ve dihatin sepandin li ser Îranê hatibûn rakirin. Plana tevgera hevbeş roja 16ê Kanûna sala 2016yan ketibû merîyetê.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Ji bo ceribandina moşekan em destûrê ji kesî nagirin
    ‘Gefa herî mezin a li hember dewleta kurdî Îran e'
    Qesra Spî: Trump mueyîdeyên nû yên li dijî Rûsya, Îran û Koreya Bakur pesind dike
    ‘Amerîka nahêle Îran bibe gef'
    Senatoya Amerîkayê dorpêçên ser Rûsya, Îran û Koreya Bakur pesend kir
    Îran bi serkeftî moşeka bi navê Sîmorghê ceriband
    Trump: Obama ya pêwîst bikira, niha Îran û Rûsya ne li Sûriyê bûn
    Etîketan:
    KENY, Alî Laricanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de