16:49 23 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Desteya Ewlekariyê ya Rûsyayê Nikolay Patruşev

    Rûsya BRICSê re pêşnîyar dike ku tev li bankeya daneyan a tekoşîna li dijî terorîzmê bibin

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Sekreterê Konseya Ewlekarîyê ya Rûsyayê Nîkolay Patrûşev dîyar kir ku Rûsya bang li hemû welatên BRICSê dike ku tev li bankeya daneyan a navneteweyî ya tekoşîna li dijî terorîzmê ya ji alîyê FSB ve hatî sazkirin bibin.

    Sekreterê Konseya Ewlekarîyê ya Rûsyayê Nîkolay Patrûşev di civîna nûnerên ewlekariya neteweyi ya welatên BRICSê ya li Pekîna paytexta Çînê tê lidarxistin de dîyar kir ku Rûsya bang li hemû welatên BRICSê dike ku tev li bankeya daneyan a navneteweyî ya tekoşîna li dijî terorîzmê ya ji alîyê FSB (Ajansa Federal a Ewlekarîyê — Rûsya) ve hatî sazkirin bibin.

    Antonio Guterres
    © REUTERS/ Denis Balibouse/File photo

    Nîkolay Patrûşev got ku “Em bang li hemû welatên BRICSê dikin ku tev li bankeya daneyan a navneteweyî ya tekoşîna li dijî terorîzmê ya ji alîyê FSBê ve hatî sazkirin bibin”. Patrûşev di dirêjîya axaftina xwe de dîyar kir ku bi saya beşdarîya 33 ajansên istixbaratê yên welatên cuda, navenda komkirin û parvekirina înformasyonên derbarê kesên di çalakîyên terorîstî de beşdarîyê dikin û rêxistinên terorîst re têkildar hatîye sazkirin.
    Patrûşev her weha banga wergirtina tedbîrên ji bo dabînkirina peyman û lihevkirinên navneteweyî yên di warê tekoşîna li dijî terorîzmê kir.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em plan dikin li Idlibê herêmên kêmkirina rageşiyê ava bikin
    Rûsya: Peymana kêmkirina rageşiyê li Gutaya Rojhilat, hat îmzekirin
    Dîrektorê CIAyê Pompeo: Rûsya dixwaze li Sûriyê zirarê bide Amerîkayê
    Rûsya, êrişa balzyoxaneya xwe ya Şamê şermezar kir
    Îran ji lihevkirina Rûsya û Amerîkayê bi guman e
    Etîketan:
    BRICS, Nîkolay Patrûşev, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de