07:23 21 Tebax 2017
Zindî
    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê

    Moskow ji Waşîngtonê daxwaza kêmkirina jimara dîplomatan kir

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji DYAyê re pêşnîyar kir ku heta meha Îlonê jimara dîplomatên amerîkî yên li Rûsyayê kêm bike.

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyanîyek belav kir û tê de ji Waşîngtonê re pêşnîyar kir ku heta meha Îlonê jimara dîplomatên amerîkî yên li Rûsyayê heta 455 kesan bête daxistin. Jimara dîplomatên rûsî yên li DYAyê jî ewqas e.
    Di daxuyanîya Wezareta karên Derve ya Rûsyayê de tê destnîşankirin, ku eger rêvebirîya DYAyê bi awayeke yekalî dest bi kêmkirina jimara dîplomatên rûsî bike, bersîva Rûsyayê wê hişk be.
    Balyozxaneya DYAyê ya li Moskowê ji meha Tebaxê pê ve wê nikaribe havîngeha xwe ya li Serebryanom Barû û depoyên xwe yên li kolana Dorojnoy ya li Moskowê bikar bîne. Wezareta Karên Derve her weha ragihand ku Rûsya mafê tedbîrên din jî li bal xwe veşartî dihêle yên dikarin bandorê li berjewendîyên DYAyê bikin. Ew biryar wek berteka li dijî DYAyê ya li Senatoyê pejirandina mueyîdeyên li hember Rûsyayê hate wergirtin.
    Li gor Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, armanca yasaya amerîkî ya mueyîdeyên nu yên li dijî Rûsyayê, bi bikaranîna navgînên sîyasî ve di aborîya global de sazkirina avantaja reqabeta neheq e.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Armanca mueyîdeyên DYAyê di aborîyê de sazkirina avantaja reqabeta neheq e
    Senatoya Amerîkayê dorpêçên ser Rûsya, Îran û Koreya Bakur pesend kir
    Rûsya: Eşkere ye ku xerabûnek di aqilê siyasî ya Amerîkayê de heye
    Rûsya: Heke YE piştgirî bide Amerîkayê bersiva me dê canê herdu aliyan jî biêşîne
    Rûsya: Amerîka şantajê dike
    Etîketan:
    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de