09:49 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Jinên kurd - Rojava

    Eksperê sûrîyeyî behsa senaryoyên naskirina otonomîya kurd kir

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 14060

    Endemê Komîteya Platforma `Astana` ya Herêmên Kêmkirina Rageşîyan destnîşan kir ku ji bo naskirina xweserîya kurdan a li Bakûrê Sûrîyeyê dixebitin.

     

    Endemê Komîteya Platforma `Astana` ya Herêmên Kêmkirina Rageşîyan, rêvebirê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çavdêrî û Analîza Rewşa Sûrîyeyê Seleheddîn Bilal di civîna rojnamevanî ya li Ajansa Înformasyonî ya Navneteweyî `Rûsya Îro` lidar xist de ragihand ku di pêşerojê de naskirina herêma xweser a kurdan a li Bakûrê Sûrîyeyê dikare bi awayên cuda pêk were. Ji bo nimûne wek  Osetya Başûr yan jî Kosova.

    Li gor gotinên wî, çend varyantên çareserîyê hene. Yek ji wan dikare  xweserîya Rojava be û ew jî pêwistê naskirina navneteweyî ye. Seleheddîn Bilal di berdewamîya axaftina xwe de got ku ``Niha em çend varyantên cuda analîz dikin yên dikarin bêy serlêdana NY  ji alîyê civaka navneteweyî ve naskirina xweserîya kurdan dabîn bikin.

    Em dikarin rewşên li Prîdnestrove, Abxazya û Osetya Başûr wek nimûne binirxînin. Varyantên din jî naskirina xweserîya qismî ye. Wek nimûneya Kosovayê. Lê, helwestên DYA û Tirkiyeyê gelek giring in, ku ew jî baş ne zelal in``.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê HSDê: Amerîka li Rojava navendeke din a leşkerî ava dike
    ‘Erebîstana Siûdî bê Rojava li Kendavê nikare tiştekî bike’
    Heta niha Amerîkayê 7 baregehên leşkerî li Rojava vekirine
    HSDê taxên rojava dorpêç kirin, DAIŞ jî êrişî noqteyên kontrolê dike
    Brett McGurk bi YPGê re li Rojava hevdîtin pêk tîne
    Erdogan: Dibe em operasyoneke leşkerî li Rojava pêk bînin
    Mislim: Em referandûma serxwebûnê li Rojava nakin
    PYD: PDK nahêle ku rojnameger derbasî Rojava bibin ku operasyona Reqayê bişopînin
    Etîketan:
    Seleheddîn Bilal, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de