05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    wesayetên leşkerî-leşkerên amerîkî-dya-leşker-reqa

    DYA ji hevalbendên xwe daxwaz kir ku hedefa wan DAÎŞ be, lê ne Esad

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Li gor ragihandina CNNê, ku xwe dispêre çavkanîyên leşkerî yên amerîkî, koalîsyona navneteweyî ya bi serkêşîya DYAyê ya li dijî DAÎŞê ji hevalbendên xwe daxwaz kirîye ku li hember DAÎŞê şer bikin, lê ne li dijî hêzên hikûmeta Sûrîyeyê.

    Nûnerê fermi yê koalîsyonê Rayan Dîllon ji CNNê re ragihand ku koalîsyon tenê piştgirîya wan hêzan dike yên berpirsîyarîya şerê li dijî DAÎŞê girtinî ser xwe.
    Li gor daneyên CNNê, yek ji komên çekdar `Şehade El-Kartîan`, ku heta niha li dijî DAÎŞê şer dikir, berê xwe da hêzên hikûmeta Sûrîyeyê û ragihand ku hedefên wan ên cuda hene. Rayan Dîllon dîyar kir ku koalîsyonê jî ji rêvebirên `Şehade El-Kartîan` re peyam şand û da zanîn ku eger ew li dû armancên cuda bigerin, ew ê ji piştgirîya koalîsyonê bêpar bimînin.


    Berî niha Daily Beastê jî xwe spartibû çavkanîyên Kongreya DYAyê û ragihandibû ku Qesra Spî li Sûrîyeyê stratejîyeke nû dimeşîne û bidûrxistina Beşar Esad ji hikûm ne armanca wê ya sereke ye. Her weha di çerçoveya stratejîya nû de DYA hevkarîya leşkerî jî di nav de wê bi Rûsyayê re hevkarîyeke berfireh bike.

    Bi heman mijarî:

    Koalîsyon: Serkeftina Mûsilê DAIŞê xelas nake, şerekî girantir li ber me ye
    ‘Koalîsyon li Reqayê fosfora spî bikar tîne, sivîl dimirin’
    Kosaçev: Dibe koalîsyon li Sûrîyê provokasyonan bidomîne
    Koalîsyon: Em kuştina Bexdadî nikarin piştrast bikin
    Sûriye bang li NYyê kir: Bila koalîsyon êdî li bendavên li ser Firatê nede
    Amerîka: Koalîsyon piştgiriya îstixbarat û keşfê dide hêzên bakurê Sûriyê
    Erdogan: Koalîsyon sozên xwe bi cî nayîne, em ji Babê venagerin
    Etîketan:
    Rayan Dîllon, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de