08:35 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Civîna Rojnamevanî ya Donald Trump û Angela Merkel

    Almanya ji mueyîdeyên DYA yên li hember Rûsyayê bi endîşe ye

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1310

    Wezîra Aborî û Enerjîyê ya Almanyayê Brigitte Zypries ragihand ku bazirganiya Almanyayê ji ber mueyîdeyên nu yên DYA yên li hember Rûsyayê dikare zîyaneke mezin bibîne û got ku şerê bazirganîya bi DYA`yê re ji Almanyayê re ne pêwist e.

    Senatorên amerîkî jî destnîşan kirin ku pêşnûmeya mueyîdeyên li hember Rûsya, Îran û Koreya Bakûr  amade ye û ji bo imzakirinê wê raberê Donald Trump bikin. Yasaya şidkirina rejîma mueyîdeyan berî niha ji meclîsa nûneran derbaz bibû.


    Ji alîyê Kongreya DYA`yê ve li hember Rûsyayê wergirtina tedbîrên nû li Almanyayê bi awayeke neyênî hate pêşwazîkirin. Li gor ragihandina Wezîra Aborî û Enerjîyê ya Almanyayê, ev pêngava Waşîngtonê dikare bandoreke neyênî li bazirganîya Almanyayê bike. Brigitte  Zypries destnîşan kir ku tedbîrên nû yên Waşîngtonê her weha wê bandoreke neyênî li têkilîyên Almanya û DYA`yê bike û pêwistî bi şerê bazirganîyê yê bi DYA`yê re tune ye.

    Bi heman mijarî:

    Partîyên Alman peyvên ‘Dost û dostanîya’ Amerîkayê rakirin
    Berdevkê Serokwezîrtiya Almanyayê : Baweriya Merkel bi Amerîkayê tuneye
    DYA: Îran piştgira herî mezin a terorê ye
    DYA: Koreya Bakur di ceribandina moşeka balistik a parzemînan de serkeftî bû
    Etîketan:
    Brigitte Zypries, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de