23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    A demonstrator stands near fire during a rally against Venezuela's President Nicolas Maduro in Caracas, Venezuela April 24, 2017

    Karakas îda dike ku DYA ji bo destêwerdana leşkerî li dû provokasyonan digere

    © REUTERS/ Carlos Garcia Rawlins
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Balyozê Venezuelayê yê li Moskowê Karlos Rafael Farîa ragihand, ku ihtimal heye DYA di hilbijartinên roja 30ê Tîrmehê yên Meclîsa Damezrêner a Neteweyî de provokasyonan pêk bîne, ku ji bo destêwerdana leşkerî zemînê amade bike.

    Karlos Rafael Farîa ji ajansa RIA Novosti re ragihand, ku dibe istixbarata DYA`yê bi kuştina mirovan kaosê provoke bike û bi wan bûyeran hikûmetê tawanbar bikin. Li gor gotinên balyoz, bûyerên Ûkrayna, Libya û Sûrîyeyê jî bi heman senaryoyê destpê kiribûn.

    Protestoyên Venezuelayê
    © REUTERS/ Carlos Garcia Rawlins
     
    Hilbijartinên Meclîsa Damezrêner ya Neteweyî ya Venezuelayê wê roja 30ê Tîrmehê bêne lidarxistin. Hilbijartin ji bo referandûma serrastkirina Destûra Bingehîn tê pêkanîn.
    Li venezuelayê ji destpêka meha Nîsanê ji ber biryara dadgeha bilind a sînordarkirina rayeyên parlamentoyê xwepêşandanên protestoyê destpê kiribûn. Biryara dadgehê hate betalkirin, lê opozîsyon daxwaza istifakirina endamên dadgehê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext dike.

    Bi heman mijarî:

    Venezuela bersiva Trump da: Em dev jê bernadin
    Etîketan:
    Karlos Rafael Farîa, Venezuela
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de