05:25 12 Kanûn 2017
Zindî
    Partiyên îslamî yên Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê civîyan

    Komela Îslamî pêşnîyara PDK û YNKê ya çalakkirina parlamenê red kir

    © Foto: Youtube
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 22

    Komela Îslamiya Kurdistanê ku digel Tevgera Gorran beşdarî civîna 7ê Hezîranê ya biryara referandûma serxwebûnê lê hat dayîn nebû, piştî Gorranê wan jî pêşnîyara PDK û YNKê ya ji bo çalakkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê red kir.

    Berdevkê Komela Îslamiya Kurdistanê Rêbwar Hemed îro 14ê Hezîranê ragihand: "Me hemû aliyan tekezî li ser dabînkirina rewşeke tifaq û lihevkirinê li Herêma Kurdistanê dikir. Bi hizra me pêngava yekem, bi çalakkirina parlamentoyê çêdibû, lê belê bi vê şêweya ku hatiye pêşniyarkirin, ew rewş bi dest nayê, çimku dirust e ku em bipirsin, çima guhertina serokatiya parlamentoyê? Gelo çawa du alî maf didin xwe ku behsa pişka aliyên din bikin û li şûna wan jî biryarê bidin."

    Li gor nûçeya Rûdawê Rêbwar Hemed da xuyakirin: "Em di vê baweriyê de ne ku parlamento were çalakkirin, bi vê desteya niha ya serokatiyê jî berdewamî bi bername û civînên xwe bide û em hemû pêkve pêngavan bo çareserkirina arîşeyên xwe yên din bavêjin, di serî de jî başkirina rewşa debara jiyana xelkê Kurdistanê."

    Hêjayî bibîrxistinê ye Komela Îslamîya Kurdistanê di Desteya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, xwediyê sekreterê parlamentoyê ye.

     

    Bi heman mijarî:

    'Partîya Iraqî ji bo referandûmê piştgirî da gelê Kurdistanê'
    Li Amerîkayê êriş: Mirî û birîndar hene
    Tillerson: Nabe têkiliyên Amerîka û Rûsyayê wek ên niha xirab bin
    Pûtîn: Em ê bersivên guncaw bidin hemû çalakîyên NATOyê
    CHP piştî girtina Berberoglu ji Enqerê heta Stenbolê meşa ‘edaletê’ li dar dixe
    Parlamenteriya, parlamentera HDP hate betalkirin
    Etîketan:
    Iraq, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de