12:42 17 Kanûn 2017
Zindî
    Yemen

    Li Yemenê ji kolerayê 789 kesî jiyana xwe ji dest dan

    © REUTERS/ Mohamed al-Sayaghi
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêxistina Tendirustî ya Cihanê (WHO) di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Yemenê hejmara kesên ku ji kolerayê jiyana xwe ji dest dane gihîşte 789 kesî.

    Rêxistina Tendirustî ya Cihanê (WHO) di daxuyaniya xwe ya medya civakî de ragihand ku li Yemenê li 19 bajaran ji 27ê Nîsanê ve hejmara kesên ku ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dane gihîşte 789 kesî.

    Li gorî daxuyaniya malpera WHOyê, li Yemenê 101 hezar û 800 waqayên biguman hatine tespîtkirin.

    Li Yemenê ji du salan zêdetir e şerê navxweyî heye û ji ber şer û pevçûnan nêzîkî 3 milyon însan ji cih û warên xwe bûn. Kesên ku ji cih û warên xwe dûr dibin ji bo ava paqij nikarin peyde bikin û zibil nayê berhevkirin bi nexweşiya kolerayê re rû bi rû dimînin.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê êrişa hewayî: 10 kuştî û 21 birîndar
    ‘Amerîka ji Iraqê û Sûriyeyê mîlîtan sewqî Yemenê dike'
    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê çû Siûdî: ‘Divê şerê li Yemenê bi dawî bibe'
    Li Yemenê bi sedan hezaran kes mudexaleya koalîsyona ereban protesto kirin
    Neteweyen Yekbûyî: Li Yemenê 4 hezar û 773 sivîl hatin kuştin
    Etîketan:
    Hejmara kesên ku ji kolerayê jiyana xwe ji dest dan gihîşte 789an, Rêxistina Tendirustî ya Cihanê (WHO), Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de