02:55 23 Hezîran 2017
Zindî
    Sûriye

    Esad: Ku terorîst stratejiya xwe biguherînin pêwistiya me bi hêzen bejayî rûsî hebe

    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1810

    Serokdewletê Sûriyeyê Başar Esad destnîşan kir ku heger terorîst stratejiyên xwe biguherînin û ji cihên cuda cuda yên dinyayê milîtanan bînin û hêzên xwe zêde bikin dibe ku pêwistiya me bi hêzên bejayî yên Rûsî çêbe.

    Esad di beyanata xwe ya Sputnikê de li ser pirsa ‘gelo pêdiviya wan bi hêzên bejayî yê rûs heye an na' bersiveke wisa da: "Herkes dizane ku piştî alîkariya hewayî ya Rûsyayê hevsengî gelekî guherîn. Me Palmşîra, Heleb û gelek herêmên din rizgar kirin. Demek bere dîsa bi alîkariya rûsan me Hamayê parast. Êrişeke ku pir baş hatibû plankirin bû lê me pûç kir."

    'ALÎKARIYA NIHA YA RÛSYAYÊ TÊRA ME DIKE'

    Esad wisa pê de çû: "ji ber vê yekê pêdiviya me bi hêzên bejayî nîne. Lê ger rojekê dibe ku dijminên me, alîkarên wan û terorîst stratejiya xwe biguherînin û ji gelek aliyan ve êriş bikin û li hember me artêşek mezin ya terorîsta hebe wê çaxê wê pêdiviya me bi wê (alîkariya hêza bejahî a rûs) hebe. Lê piştgiriya wan ya niha têra me dike."

    Bi heman mijarî:

    Esad: Em bi Rûsya re li ser moşekên xweparastinê yên nû hevdîtinan çêdikin
    Esad sebebê nerûxandina wan ya moşekên Tomahawkê ragihand
    Esad: Ez ji sedî sed pê bawerim ku terorîstan çekên kîmyevî ji Tirkiyeyê stendine
    Esad: Dibe provakasyonek din ya wekî Xan Şêxûnê pêk bê
    Etîketan:
    alîkariya hewayî, daiş, şer, beşar esad
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de