20:27 17 Tebax 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Rebwar Talabanî: Bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê xewna hemû kurdistaniyan e

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 9850

    Rebwar Talabanî li ser navê Civata Parêzgeha Kerkûkê preskonferansek pêk anî û di vê konferansê de got:"Bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê, xewna xelkê kurdên çar aliyên Kurdistanê bû." Wî got:"Li gorî destûra Iraqê heqê me ye ku em Alaya xwe li Kerkûkê bilind bikin."

    Bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê bû sedema bertekên hin aliyan. Endamên civata parêzgeha Kerkûkê bi Serokatiya Rebwar Talabanî bi dezgehên ragihandinê re komcivînek li dar xist.

    Rebwar Talabanî li ser bertekên aliyên tirkmen û erebên ku li dijî bilindkirina alaya Kurdistanê li ser avahiyên fermî hatiye daleqandin, bersiv da. Talabanî wiha got:"Li gorî madeya 140an a Iraqê û li gorî madeya 115an mafê me yê rewa ye ku em Alaya xwe li dezgehên fermî bilind bikin. Li gorî vê qerarê bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê heq e. Îro hemû neteweyên li Kerkûkê, xwedî rol û xwedîderketina Alaya Kurdistanê ne. Bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê xewna sed salan a xelkê me yên li çar aliyên Kurdistanê bû. Îro wek roja neteweyî ye li Kerkûkê.'

    Biryara bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê bibû sebebê bertekên tirkmen û erebên li Kerkûkê.

    Bi heman mijarî:

    Alaya mezin a Kurdistanê wê li ser Kelha Kerkûkê were hilgirtin
    Parêzgarê Kerkûkê: Alaya Kurdistanê li Tirkiyeyê tê rakirin, çima li Kerkûkê neyê rakirin
    Tirkiye: Çênabe Alaya Kurdistanê li Kerkûkê bê daleqandin
    ‘Dinyayê Alaya Kurdistanê nas kiriye, tu nas bikî çi ye nas nekî çi?'
    Şêx Mehmûd Yeşîl li Farqînê bi Alaya Kurdistanê spartin axê
    Heşdî Şeibî li Xurmatûyê alaya Kurdistanê dadixîne
    Etîketan:
    Rebwar Talabanî, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de