05:41 25 Tîrmeh 2017
Zindî
    Pîrozbahiya Newrozê

    Ji bo Newroza Stenbolê destûr hat dayîn

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 6231

    Walîtiya Stenbolê ji bo serîlêdana komîteya Amadekar ya Newrozê bersiva erênî da. Ji bo Meydana Kartalê dê sibê amadekarî bên kirin.

    Walîtiya Stenbolê ji bo pîrozbahiyên Newroza îsal ya li Navenda Kartalê destûr da. Piştî destûra Walitiyê amadekariyên pîrozbahiyê jî hatin destpêkirin. Pîrozbahiyên ku di saet 11an de dest pê bikin dê heya 15an berdewam bibe. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin dê Wekîlê serokên Grûba HDPê Filîz Kerestecîoglu û Parlementerê HDPyî Garo Paylan jî beşdarî pîrozbahiyan bibin.

    Her wiha Walitiya Stenbolê ji bo pîrozbahiyên li Bakirkoyê ku komîteya amadekar dixwest 19ê Adarê de lidar bixe, destûr nedabû. Li ser vê yekê, Komîteya Amadekar xwest ku roja 21ê Adarê li Taxa Hamîdiye ya Sûltanbeyliyê, Meydana Kartalê, Parka Bajêr ya taxa Gaziyê, Meydana Karayollari ya girêdayî Gaziosmanpaşayê, Meydana Metroyê ya Kuçukçekmeceyê û li Taxa Kanarya jî li pişt lîseya Kadriye Moroğlu jî pîrozbahiyan pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Bi hezaran pankartên Newrozê ji ber komkirina polîsan rizgar bûn
    Wezareta Tirk: Di operasyonên Newrozê de 999 kes hatin desteserkirin
    Barzanî: Newrozê li malbatên serbilind ên şehîdan û hemû Pêşmergeyan pîroz dikim
    Ji ber xetereya êrîşan şahiyên Newrozê li Minbîcê hat qedexekirin
    Wezîrê Karên Derve yê Ingiltereyê Newrozê pîroz kir
    Parêzgariya Stenbolê ji bo Newrozê bergirî zêde kirin
    Kurdên li Îsraîlê wê bi awayekî fermî Newrozê pîroz bikin
    Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê bo Newrozê daxwaza xurtkirina tedbîran kir
    Etîketan:
    Walitiya Stenbolê, Komiteya Amadekar ya Newroza Stenbolê, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de