14:45 22 Îlon 2017
Zindî
    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî

    Safîn Dîzeyî: Di şerê DAIŞê de me hezar û 700 şehîd dane

    © Foto: twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 3920

    Safîn Dîzeyî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di bersivek ya li dijî beyanên desthilatdarê rêxistina Haşbî Şabî de da zanîn heya niha hezar û 700 peşmerge di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan e û milyon û 800 penaber li Hewlerê bicih bûne.

    Safîn Dîzeyî got:"Hewler heya niha ji milyon û 800 hezar penaberan re bûye wargeh."

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Berdevkê Hikûmeta Harêma Kurdistanê Dîzeyî li hemberî beyanên Emîndarê Giştî yê Tevgera Nuceba Ekrem Keibî yên wek: 'Bi peywendiyên hêzên îstixbarî û yên DAIŞê, Hewler bûye kargeheke wêrankirina Iraqê'daxuyaniyek tund da û got: Hêzên Kurdistanê di şerê DAIŞê de hezar û 700 şehîd û nêzîkî 10 hezar birîndar dane. Her wiha Hewlêrê himbêza xwe ji milyonek û 800 hezar koçberên Iraqê re vekirî ye ti caran jî derî li ber tûndûtûjiyê venekirine. Ji ber ku ew kes bixwe qurbanên tûndrewiyê ne." Dîzeyî îdîayên Keîbî bi zimaneke tund rexne kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Dizeyî: Biryar e ku em nûnertiya xwe li Tirkiyeyê vekin lê qeyrana aborî rê nade
    Dizeyî: Em budçeya giştî ya Iraqê red dikin
    Dizeyî: Li hember gendeliyê em ê gavên mezin bavêjin
    Dizeyî: ‘Em hêvîdar in ku PKKê lûleya petrolê ya Kurdistanê neteqandibe'
    Etîketan:
    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Safîn Dîzeyî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de