08:14 23 Gulan 2018
    Boğaziçi Üniversitesi

    Akademîsyenek jin a Zanîngeha Bogazîçiyê ji kar hat derxistin

    © Foto : Wikipedia
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Akademîsyenek jin ku îmza xwe avêtibû bin danezana Aştiyê, li Ûnîversîteya Bogazîçiyê ji kar hate derxistin. Bi vê derxistinê, cara yekê ye di çarçoveya operasyonên jikarderxistina mamosteyan ji Ûnîversîteya Bogazîçiyê akademîsyenek ji kar tê derxistin.

    Endama Beşa Dîrokê ya Ûnîversîteya Bogazîçiyê ya li Stenbolê Doç. Dr. Noemî Levy-Aksu bi nivîsek ya Lijneya Bilind a Perwerdehiyê hate agahdarkirin. Jê re hate ragihandin ku peymana wê ya salane dê neyê nûkirin. Noemî Levy-Aksu yek ji wan mamosteyan bû ku îmzeya xwe avêtibû bin danezana aştiyê ya ku ji aliyê 1200 mamosteyên ûnîversîteyan ve hatibû îmzekirin û gelekên wan ji aliyê hikûmeta Tirk ve ji karên xwe hatibûn bidûrxistin.

    Bi heman mijarî:

    Komek akademîsyen bi zimanên xwe yên dayikê jikarderxistinan protesto kirin
    Li Kayseriyê 13 akademîsyen ji doza FETO hatin girtin
    Bi Kaboglu re 330 akademîsyen hatin îxraçkirin
    Li hemberî Zanîngeha Yildiz Teknîkê operasyon: 70 akademîsyen hatin binçavkirin
    HDP bo akademîsyen û mamosteyan name şand saziyên navneteweyî
    Etîketan:
    Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de