03:00 26 Gulan 2018
ALA HDPÊ-hdp

Çend parlementerên HDPyî yên di girtîgehê de ji bo 8ê Adarê peyam şandin

© Foto : Facebook
Nûçe
Lînkê kurt
0 11

Çend jinên HDPyî yên di girtîgehên cûr be cûr yên Tirkiye de ne ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyam şandin. Fîgen Yuksekdag Hevseroka HDPê got: "Jin dikarin faşîzmê, dîktatoriyê û serdestiyê têk bibin her, jin rêxistinkarên herî karîger in yên li dijî serdestiyê."

Yuksekdagê bibîr xist jinan bi berxwedana xwe ya li dijî serdestiyê heya îro bi awayekî serkeftî hatine. Parlementera HDPyi Besîme Konca jî peyama xwe de got: "Me bi dîrokek ya berxwedan û tekoşîn, xwe gihandiye vê rojê, Em dê faşîzmê miheqeq têk bibin." Konca her wiha bibîr xist jinên ku li Cizîr, Silopiyê, Nisêbînê û Sûrê ên ku di bin wan ablûkayan de terka bajarên xwe nekirine jinên berxwedêr in.

'JINÊN KURD BERXWEDÊR IN'

Parlementer Çağlar Demirel jî nameyek şand û di nameya xwe de got:" Jinên kurd şertên wê çawa dibin bila be, berxwe daye, xwedî cesaret e, tu caran li hemberî zaliman serê xwe netewandiye. Tu caran ji dev ji ziman çand û dîroka xwe bernedaye." Çağlar Demirel ku ji ber axaftinek xwe ya 8ê Adarê hatiye darizandin got:"Girtîbûyîna min nişaneya tirsa serdestan a li hemberî jinan e."
Selma İrmak parlementera HDPYî ya ku di hepsê de ye wê jî peyamek şand û got: "Hemû jinên li Tirkiyeyê li dijî pêşerojek ya tarî tekoşîn didin. Em tim û daîm hêviya xwe ji bo serkeftinê mezin dikin."
Meral Daniş Beştaş Alîgira Hevserokên HDPê, Parlementer Nûrsel Aydogan û Gulser Yildirim jî herekê peyamek şandin û pêkanînên OHALê her wiha keda jinan ya di vî warî de anîn ziman.

 

 

Bi heman mijarî:

Roja 8ê Adarê û eleqeya wê ya bi jinên kurd re
Polîsên rûs ji bo 8ê Adarê dîmeneke balkêş çêkir
Seyareya ku jin dibirin 8ê Adarê qulibî: 7 mirî 34 birîndar
Planên Pûtîn a 8ê Adarê diyar bûn
Wezîrê Rûsî Şoygu bi minasebeta 8ê Adarê pîrozî li leşkerên jin kir
Walîtîya Amedê destûra çalakîya 8ê Adarê da
Walîtiya Amedê çalakiya 8ê Adarê qedexe kir
Etîketan:
Figen Yuksekdag, Meral Daniş Beştaş, Çağlar Demirel, Besime Konca, Kandira
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de