01:00 23 Çile 2018
Zindî
    HDP

    Ji bo Yuksekdag Geverî û Ozgokçeyê fezleke yên nû hat amadekirin

    © Foto: HDP Navend
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 12

    Derheqê Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag û parlementerên binavê Adem Geverî û Bedîa Ozgokçeyê Ertanê de fezlekeyên bo sê sûcên cida hat amadekirin.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya tirk AAyê, Serdozgeriya Wanê derbarê Yuksekdagê de fezlekeyek ango belgenameya beriya îdîanameyê amade kiriye û tê de dibêje: "Ji ber biçûkxistina Dewleta Komara Tirkiyeyê û heqereta li hemberî Serokomarê Tirk kiriye fezleke derbarê Yuksekdagî de hatiye amadekirin." Dozgir vê fezlekeyê şandiye berdestê Wezareta Edeletê û daxwaz kiriye ku destûrê bidinê da ku Yuksekdagê bidarizîne.

    Her wiha dozgirî xwest ku destnedana fermî ya Geverî û Ertan jî bên rakirin, da ku ew wek dezgehên daraziyê bikaribin herdû parlementeran bidarizînin. Ji bo Geverî û Ertanê jî hat îdîakirin ku beşdarî komcivînên ne yasayî bûne. Heya niha ji HDPê Hevserokên wê jî tê de 13 parlementer di girtîgehê de ne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bernamaya HDP û DBPê ya pirozbahiyên Newrozê aşkere bû
    HDP, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirk gilî kir
    HDP: Ji bo dahatuyeke hevpar û wekhevî dengê xwe bidin 'Na'yê
    HDP: Li Tirkiyeyê hewldanek ji bo qirkirina çand û ziman heye
    HDP bo Demirtaş û Yuksekdag wê serî li DMMEyê bide
    Li Stenbolê gelek rêveber û endamên HDP û DBPê hatin desteserkirin
    Yildirim: Ji bo ku HDP dibêje 'na', em dibêjin 'erê'
    Etîketan:
    Dozgeriya Komarê ya Wanê, HDP, Bedîa Ozgokçe Ertan, Figen Yuksekdag, Adem Geverî, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de