00:22 19 Hezîran 2018
Parlementerê HDPê Osman Baydemir

Osman Baydemîr: Ji nemir Mele Mustafa heya Mazlûm Dogan, neyarê bava nabin dostê lawa

© Sputnik / Emine Çelebi
Nûçe
Lînkê kurt
Emîne Çelebî
0 124

Osman Baydemir berdevké HDPê, li Stenbolê starta kampanyaya partiya xwe ya ji bo referandûma guherîna destûra bingehîn a Tirkiyeyê da. Baydemîr li vir got:"Ji Nemir Mele Mistafa heya Mazlûm Dogan, neyarê bava tu caran nebûne dostên lawa û nabin jî."

Baydemîrî her wiha got:"Di paketa ku hatiye péşkeşkerin de qetiyen kurd tune ne encax bi lihevkirin, hevditin ú diyalogé destûrek demokratîk ku kurd jî têde bên qebûlkirin çékirin, lê mixabin şertên Tirkiyeyê îro ne wisa ne."

Baydemirî wiha got:"Béyî Demirtaş, béyî Yuksekdag herdû hevserokên partiya me destûrek nabe bé çékirin. Ev paket ji derdé kurda re ne derman e. Heqé me ya redkiriné heye. Ev fermanek ya padişah e."

'JI NEMIR MELE MUSTAFA HEYA MAZLÛM DOGAN NEYAR NEYAR IN'

Osman Baydemîr di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand bûyer û qewimînên di dîrokê de û peywendiyên kurdan û tirkan. Baydemir wiha berdewam kir: "Ji nemir Mele Mistafayê Barzanî, heya Mazlum Dogan, di hemû qewimînên di dîrokê de, me dîtiye û em bûne şahid ku, dijminé bava nabin dostên lawa. Ev neyar in neyar. Evna ji me re nabin dost. Em kurd in, elewine, sunî ne, em ermenî û suryanî ne, kurdistanî ne, em Hirand Dink û Tahir Elçîne. Em Orhan Dogan û zaroken Roboskî ne, ji ber vê ye êrîşî me û partiya me dikin. Em dê ji vê referandûmê re bêjin na."

Her Baydemir ji bo rakirina ala rengîn alaya Herêma Kurdistanê ya li asîmanên Stenbolê jî got:"Xwestin rakirina alayê jî ji bo ku ji kurdan deng wergirin bikar bînin, lê ala rengîn keskû sorû zere û nîşana me ya serkeftine ye. Lé dîsa jî emé tim ji kujerén zaroken xwe re bêjin na."

'DESTÛREK KU ERÊYA DEMIRTAŞ Û YUKSEKDAG TÊ DE TUNEBE EM QEBÛL NAKIN'

Osman Baydemir her wiha balê kişand prosesa aştiyê ya sala 2013an û wiha got:"Di muzakere yên 2 salan de hévî dan millet. Milet ji aştiyê bawer kiribû, bi vî awayî xwe gihandibû hilbijartinên 7ê hazîranê, lê rabûn hilbijartinê betal kirin. Eger Demirtaş û Yuksekdag herdû hevserokên me, erêya wan di vê destûrê de tune be em dê tu caran vê paketê qebûl nekin."

KARÊ SEREK YÊ QEYÛMAN QEDEXEKIRINA ZIMANÊ KURDÎ BÛ

Berdevkê HDPê parlementer Osman Baydemirî ragihand karê serek yê qeyûmên ku avêtine ser şaredariyên wan qedexekirina zimané kurdî bûye û wiha berdewam kir: "Ha qeyûmî ha ziqûmî ji bo me ferqa wan tune ye. Emê bi vê referandûmê hem ji qeyûman re hem jî ji ziqûmê wan re bêjin na."

Bi heman mijarî:

Baydemir: Kurdan li dijî hev bi kar neyênin
Berdevkê HDPê Baydemir: Serdana Barzanî nîşaneya geşedanên baş in
Osman Baydemir bû berdevkê nû yê HDPê
Baydemir ji bo kirinên li gundiyên Xerabê Bava: Nemerdiye
Ji bo Osman Baydemir 3 sal cezayê hepsê hat xwestin
Baydemir: Bila Rûsya beşdarbûna kurdan di konferansên Sûriyeyê de misoger bike
Baydemir: Tirkiye piştî Rojava wê êrîşî Başûr bike
Etîketan:
HDP, Mele Mistafa, Mazlum Dogan, Osman Baydemir, Tahir Elçi, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de