10:33 18 Hezîran 2018
Ertuğrul Kurkçu

Parlementerê HDPê: Dibe ku em Erdoganî di referandûmê de têk bibin

© Foto : Facebook
Nûçe
Lînkê kurt
0 51

Parlementerê HDPê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu dibe ku em serkeftinek wek 7ê Hezîranê bidest bixin. Erdoganî jî bixin bin sindoqê.

Parlementerê HDPê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, destnîşan kir ku heger bi can û dil ji bo referanûmê bixebitin dê bikaribin serkeftinek wek 7ê Hazirana sala borî bidest bixin. Kurkçu di komcivîna Komeleya Demokratîk a Elewiyan de axifî û got: Dibe ku em careke dî Erdoganî têk bibin.

Parlementer Ertugrul Kurkçu her wiha got:"Ne tenê nasnameya elewî û kurdan di bin xetereyê de ye, hemû çîn û baweriyên cida di nav xetereyê de ne. Heger em bi qasî hilbijartina 7ê hezîranê bi dil û can bixebitin û em ji xwebawer bikin, dê emê Erdoganî têk bibin û wî bixin bin sindoqê."

Kurkçu da zanîn divê HDP ew çavên xwe ji hedefa xwe qut nekin. Parlementer Kurkçû li Îzmîrê kar û xebatên referandûma roja 16ê Nîsanê yê ji bo guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê dixebite.

 

Bi heman mijarî:

HDP: Ji bo dahatuyeke hevpar û wekhevî dengê xwe bidin 'Na'yê
HDP: Li Tirkiyeyê hewldanek ji bo qirkirina çand û ziman heye
HDP bo Demirtaş û Yuksekdag wê serî li DMMEyê bide
Li Stenbolê gelek rêveber û endamên HDP û DBPê hatin desteserkirin
Yildirim: Ji bo ku HDP dibêje 'na', em dibêjin 'erê'
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: HDP bo Tirkiyeyê şansek bû
Etîketan:
HDP, Ertugrul Kurkçu, Îzmir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de