06:12 24 Hezîran 2018
artêşa tirk-wesayetên leşkerî-leşkerên tirk- leşker-sînor

'Li gundê Xerabê Bava 3 gundî hatine kuştin 2 kes wenda ne'

© Sputnik/ Hikmet Durgun
Nûçe
Lînkê kurt
0 30

Li gundê Xerabê Bava ya girêdayî Nisêbîna Mêrdînê, ev 8 roj in qedexeya derketina derve heye. Li gorî nûçeya DÎHABERê heya niha di vî gundî, 3 gundî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin. Her wiha 2 kes wenda ne û 39 kes jî hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku gundê Xerabê Bava têne weşandin, êrîş û tehdeyiyên nedîtî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li gundiyan tê kirin. Lê heya niha tu heyetên ku xwestine biçin wê derê nekarine xwe bigihînin gundiyan. Îro heyetek ji KCD û HDPê xwestin derbasî vî gundî bibin, lê 3 kilometre nêzî gund heyet hate sekinandin Parlementerê HDPyî Mehmet Alî Aslan hate desteserkirin. Mehmet Alî Aslanê ku vê dawiyê hat desteserkirin ji bo gundê Xerabê Bava got:"Me bihîst ku îşkence li gundiyan dikin. Ji bo em pêşiya van îşkenceya bigirin heyeta me hat vir, lê vaye destûr nadin heyete.

Xizm û lêzimên gundiyên Xerabê Bava ji ser twitter û Facebookê hawarê dikin da ku hin kesên xwêrxwaz bala xwe bidin vî gundî bê çi diqewim e û ji ber çi ev bûyerên aloz rû dane.

 

Bi heman mijarî:

Derheqê parlementerê HDPyî Mehmet Alî Aslan de qerara girtinê hat dayîn
Serokê Koma Medya ya Doganê Mehmet Alî Yalçindag îstîfa kir
Etîketan:
HDP, Mehmet Ali Aslan, Xerabê Bava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de