11:05 20 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyîp Erdogan

    Serokomarê Tirk: Divê YPG-PYD Minbicê radestî birayên me yên ereb bike

    © AFP 2017/ Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 7646

    Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdoğan got: Menbîc aîdî birayên me yên erebe. Divê PYD-YPG Minbîcê radestî birayên me bike. Erdogan beyanatên xwe yên ku demek dirêj e dibêje dubare kir û got:Em rê nadin li Bakûrê Sûriyeyê dewletek ya kurd ava bibe.

    Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan beyanatek da televizyona El Arabiya ya Siûdî û derbarê Minbîcê de got:" Berê hevaltiya me bi malbata Esed hebû. Niha em dibêjin bê ka emê xwînê çawa li vir bidin sekinandin. Ji bo agirbestekê gelo em dikarin çi bikin. Ji bo agirbestê em di nav hewldanan de ne.

    'MINBÎC AÎDÎ BIRAYÊN ME YÊN EREB E'

    Erdogan derheqê Minbicê de jî got:"Tekoşîna me bi rêxistina terorî ya DEAŞê re berdewam dike. Lê li wir rêxistina terorî ya PYD û YPG jî heye. Me El Bab bidest xist, me El Raî jî bidest xist. Heya du sê rojan emê El bab bi temamî paqij bikin û piştî El Babê hedefa me Minbîc e. PYD û YPG li wir hene. Divê ew Minbîcê vala bikin. Divê bi temamî wêderê radestî birayên me yên ereb bikin. Ji ber ku Minbîc yê ereban e û piştî Minbîcê jî Reqa heye. Hedefa me ya dawî ye. Wek hun dizanin navenda DAIŞê ye. Min vê ji Donalt Trump re jî gotiye. Piştî ku me Minbîcê jî paqij kir emê Minbîcê radestî birayên xwe yên ereb bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Piştî Babê hedef Minbic û Reqqa ye
    Li Tirkiyê 3 kes ji heqareta Serokomar Erdogan hatin girtin
    Îranê bersiva Erdogan a ‘nîjadperestiya persan' da
    ‘Dosya hewldana suîqesta Erdogan ji Trump re diçe'
    Erdogan: Wê ereb û tirkman li herêmên ewle bêne bicihkirin
    Erdogan: Piştî El Babê, Minbic û Reqqa tên
    Etîketan:
    ypg, ypd, Tayyip Erdogan, El bab, Reqa, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de