12:56 20 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Divê em ji xetayên di têkiliyên Rus û Tirk de encamekî derînin

    Sputnik
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1330

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaxarova, da zanîn divê ji têkiliyên Rus Tirk ji xetayan encamek bê derxistin.

    Zaxarova ku ji televizyonek Rûs re xeber da wiha got:"Divê em bi Tirkiye re çawa bijîn? Bi min divê em dîroka peywendiyên xwe bizanibin. Bi vî awayî bi Tirkiye re bijîn. Peywendiyên Rus û Tirka peywendiyên dijwar û teje nakokî ne. Peywendiyên me her dijwar e, tu caran hêsan nebû."

    'TEMÎNATA PEYWENDIYÊN BAŞ YÊN DI PÊŞEROJÊ DE ENCAX BI AGAHIYAN PÊK BÊ'

    Berdevka Karên Derve yê Rûs wiha berdewam kir:Di pêşerojê de temînata peywendiyan encax dikaribe bi agahiyan pêk bê. Ez wisa difikirim. Di peywendiyên me yên dû qolî de her tişt pêk hat. her tişt hat jiyankirin.Tenê ji vana divê em encamekê derînin. Divê em ji xetayên xwe encamekê derînin. Dê ev jî bibe derman ji dijwariyan re. Ya giring ev e em vana ber bi rewşa neyînî ve nebin."

     

    Etîketan:
    Zaxarova, Tirkiye, Rusya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de