10:34 19 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan: Dahata serê her kesekî gihiştiye 11 hezar dolaran

    © AFP 2017/ Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1410

    Serokkomarê Tirk Erdogan di serdema AK Partiyê de diyar kir ku dahata netewî zêde bûye.

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Meletiyê derbarê referandûmê de axivî û got, ‘Guhertina sîstemê li Tirkiyê şert bû, Serokomarê berê Turgut Ozal jî dixwest vê guhertinê bike.'

    Erdogan da xuyakirin ku di heyama dehilatdariya AK Partiyê de dahata milî ya Tirkiyê zêde bûye û got, ‘Dahata serê kesekî gihîşt 11 hezar dolaran, ji kuderê em hatin kuderê.'

    Serokomarê Tirkiyê bal kişand ser ku di 14 salên deshilatiya wan de wan cudaxwaziya pêkhateyên welat nekiriye û wiha axivî: "Meletiya ku yekîtî û bihevrejiyana Kurd û Tirkan, Elewî û Sûniyan tevî hemû xweşikî û cudahiyên welatê me derdixe pêş, qet nayîne bîra xwe ku vegere rojên tarî."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentarê Êlihê Arslan: Têm binçavkirin
    Zaxarova: Divê em ji xetayên di têkiliyên Rus û Tirk de encamekî derînin
    Rûsya: Ti delîlên mudaxeleya hilbijartinên Almanya, Fransa û Îtalyayê tune ne
    Pamela Anderson diyariya xwe ya malê Rûs da First Ladya Amerîkayê: Hunê qelban germ bikin
    Rûsyayê 26 ton zêdetir alîkarî gihand Sûriyê
    Etîketan:
    Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de