02:25 17 Tebax 2017
Zindî
    Pamela AndersonMariya Zaxarova

    Pamela Anderson diyariya xwe ya malê Rûs da First Ladya Amerîkayê: Hunê qelban germ bikin

    © AP Photo/ Evan Agostini/InvisionSputnik
    1 / 2
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Lîstikvana navdar Pamela Anderson, kûrkek ne orjînal ya malê Rûs diyariyi First Lady ya Emerîkayê Melania Trumpê kir.

    Pamela Anderson peyamek jî da First Lady Trumpê re û got:"Ewê li xwe ke û ezê bibînim." Anderson ku tevli kûrkê nameyek jî Melaniayê re şand û sipasî ji First Ladyê re kir. Anderson ji bo ku di seramoniya sondxwarinê ya Serokê Amerîkayê Donald Trumpî de First Lady kûrk li xwe nekiriye sipasiya xwe pêşkeş kir.

    Di nameya ku di malpera PETAyê Rêxistina Mafên Sewalan de hatiye weşandin de Anderson dibêje: "Ji bo ku we kûrk li xwe nekiriye şanaz im. Hun dê wek First Ladyekê bi tercîhên xwe hunê trendên stîlê jî biguherînin. Hunê qelban germ bikin."

    Anderson her wiha di beyanatek xwe ya ku dabû Russia Todayê RT de, destnîşan kiribû ku wê bi vê diyariya kûrka ne orjînal peyamek daye jinên di dinê de da kû bes sewalan bikûjin.Her Andersonê diyar kiribû ku Firs Ladya nû ya Amerîkayê dê ji bo gelek kesan bibe rol modelek.

     

    Bi heman mijarî:

    Pamela Anderson li paytexta Rûsyayê Moskovayê ye
    Etîketan:
    RT, PETA, Pamela Anderson, Amerika, Rusya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de