15:12 23 Adar 2017
Zindî
    Bazarek li Amedê

    Li bajarên kurda ji anketa referandûmê ji sedî 54.7 'Na' derket

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 133123

    Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER), li bajarên kurdan ji bo referandumê anketek çêkir û encamê anketê aşkere kir. Di anketa li navenda 16 bajaran hat kirin de, rêje ji sedî 54.7 "Na" û rêje, ji sedî 25.1 jî "Erê" derket. Her wiha hilbijêrên HDPê jî ji sedî 89.7ê dibêjin "Na".

    Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER), li bajarên kurdan encamên anketa xwe ya têkildarî referandûma dê di 16'ê Nîsanê de bê çêkirin parve kir. Anket di navbera 7-12ê Sibata 2017an de li navendên 16 bajaran, bi hezar û 112 kesî re rû bi rû hat kirin. Anket têkildarî hilbijêrin kurd bû û îzahiyata gelek pirsên dihatin meraqkirin jî di vê encamê de derkete holê. Hat destnîşan kirin ku, rêje ji sedî 52.7 ango 586 kes jê mêr, rêje ji sedî 47.3 ango 526 kes jê jin, beşdarî lêkolînê bûne.

    JI SEDÎ 57.4 DİBÊJE 'NA'
    Encamên anketê wiha ne: "Li gorî xebata ku hatiye kirin, rêje ji sedî 68.3 gelê herêmê di şert û mercên OHALê de li dijî referandûmê ye. Di lêkolînê de pirsa 'Heke vê yekşemê referandûmek bê kirin, dê rengê dengê we çi be?' hat kirin. Rêje ji sedî 57.4 bersiva 'Na', rêje ji sedî 25.1 jî bersiva 'Erê' dane.
    Her wiha li gorî lêkolînê, rêje ji sedî 7.6 jî bêbiryar in, rêje ji sedî 4.4 jî bersiva dê neçin ser sindoqê dane û rêje ji sedî 5.5 jî diyar kirin ku ewê bersiva vê pirsê nedin."

    BOYKOT TUNE YE

    Di anketê de tişta balkêş ew e ku bi awayekî aşkere bersiva pirsa "Dê kurd boykot bikin" dide.
    Li gor vê encamê, ber eksê nîqaşên di raya giştî de rêjeya hilbijêrên dê neçin ser sindoqê tenê rêje ji sedî 5.5 e.
    Di berawirdkirina hat kirin de, di hilbijartina 1ê Mijdarê de kesên dengê xwe didin CHPê rêje ji sedî 8.6, kesên dengê xwe didin MHPê rêje ji sedî 8 û kesên dengê xwe didin HDPê rêje ji sedî 3.5 beyan kiribûn ku ew ê neçin ser sindoqê.

    KESÊN HAYÊ WAN JI NAVEROKÊ HEYE RÊJE JI SEDÎ 13.7 E

    Li gor lêkolînê, rêje ji sedî 13.7an haya gelê herêmê ji naveroka guherandina Qanûna Bingehîn heye. Rêje ji sedî 42.2 hayê wan ji naverokê tune ye, rêje ji sedî 22.4 jî hindik hay ji naveroka guherandina Qanûna Bingehîn heye û rêje ji sedî 21.8 jî di vî warî de bi qasî şîrove bike ne xwedî agahî ye.

    DÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER NEKE

    Di lêkolînê de, rêje ji sedî 61.2 beyan dike ku dê guherandina Qanûna Bingehîn pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser neke û li gel vê tenê rêje ji sedî 21.9 diyar dike ku dê pirgirêkan çareser bike.

    Li gel vê rêjeyê, ji sedî 52.3 beşdarvan diyar dikin ku divê pergala parlementeriyê neyê guherandin û ji sedî 61.3 jî diyar dike ku pêdivî bi "Pergala Serokomartiya Partiyî" tune ye.

    HILBIJÊRÊN HDP'Ê DIBÊJIN 'NA'

    Di lêkolînê de kesên dengê xwe didin HDPê rêje ji sedî 89.7, kesên dengê xwe didin CHPê rêje ji sedî 75.7 û kesên dengê xwe didin MHPê rêje ji sedî 68 diyar kirine ku ew ê dengê "Na"yê bi kar bînin.

    DERDORÊN HERÎ BIBIRYAR A HDP YÎ NE

    Amed
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Di lêkolînê de ji hilbijêrên HDPê rêje ji sedî 89.7 dê dengê "Na", rêje ji sedî 1.8 dê dengê "Erê" û rêje ji sed 3.5 jî diyar kir ku ew bêbiryar in û dê neçin ser sindoqê.

    DENGÊN HDP'Ê ZÊDE BÛN

    Dê lêkolînê de beşdervanan pirsa "Vê yekşemê hilbijartin çêbibe hûn ê deng bidin kê?" wiha bersivandin: Rêje ji sedî 41.7 HDP, rêje ji sedî 24.9 AKP, rêje ji sedî 7.9 CHP û rêje ji sedî 1.9 MHP.

    KESÊN DÊ CARA EWIL DENG BIKARBÎNIN DIBÊJIN HDP

    Her wiha kesên dê cara ewil di hilbijartinekê de deng bi kar bînin û temenên wan di navbera 18-24 salan de ye, rêje ji sedî 41.5 ji wan diyar dikin ku ew ê dengê xwe bidin HDPê.

     

    Bi heman mijarî:

    Saziya Hilbijartinê ya Tirkiyê: Referandûm wê di 16ê Nîsanê de çêbibe
    PDK û YNK bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê komîteyeke hevpar ava dikin
    Kurtulmuş: Li nêzîk referandûm tê kirin
    Serokê Katalonyayê: Referandûm ya dê çêbibe ya dê çêbibe
    Parlamenterê AKPê Mustafa Şentop: Dibe ku di dawiya salê de referandûm çêbibe
    Partiyên Kurdan: Referandûm mafê dîrokî û meşrû yê kurdan e
    Seroka Xirvatistanê referandûm nirxand: ‘Birêz Barzanî te bi wêrekî karekî mezin kir’
    Etîketan:
    SAMER, Bajarên Kurdan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de