21:24 23 Adar 2017
Zindî
    jinên êzidî

    Keçika êzidî ya ji destê DAIŞê xelas çîroka xwe ji Daily Mailê re got

    © AP Photo/ Dalton Bennett
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1710

    Çîroka keça Êzidî Lamiya Hecî Başar a ku di sala 2014 de ji nav destên terorîstên DAIŞê filitîbû, di rojnameya binavê Daily Mailê de hat weşandin. Daily Mailê ji bo çîroka keça êzidî Lamiyayê dibêje çîrokekê destanî ye.

    Ian Birelld ji Daily Mailê bi Lamiyaye Hecî Başar re reportajek çêkiriye û çîroka keça êzidî wiha gotiye: 'Wê serî li ber dozgirê wan netewand. Terorîstên DAIŞê tevli pihîn û kulman bi qablo û sîlehan jî lê dixistin. Dev û ruyê wê tev di nav xwînê de hiştibûn, lê ew careke dî ji wan reviya bû û cara duyê de jî.'

    Lê qadîyê terorîstan gotiye "Yan dê ewê bê kuştin an jî dê piyên wê bêne jêkirin". Lê Lamiya keça êzîdî gotibû:"Heger hun piyek min jê bikin, ezê bi yek piyekê xwe careke dî birevim." Lamiya gotibû "Ez dê tu caran ji doza xwe ya revê bernedim." Wan jî gotiye "Emê tu caran êşkenceya li ser te bidawî nekin."

    Di Daily Mailê her wiha koletiya seksê ya Lamiya û keçên êzîdî yên di destê terorîstan de bi berfirehî hatiye nivîsandin. Lamiya ku hêj karîgeriya wan bûyer û êrîşên lê hatine kirin ji ser xwe neavêtiye, lê bi ceraserek mezin serpêhatiyên xwe ji peyamnera Daily Mailê re vegotiye. Çîroka wê ya di Daily Mailê de ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Zarokê Êzidî ku DAIŞê revandibû gihîşt malbata xwe
    Îro roja 'Cejna Çileya Zivistanê' ya kurdên êzidî ye
    'DAIŞê li Mûsilê keçên êzidî bi komî bir cihên din'
    5 kurdên êzidî li Mûsilê û 9 jî li Sûriyeyê hatin rizgarkirin
    3 xortên kurdên êzidî li Swîsreyê jiyana xwe ji dest dan
    YPJ: Li Reqqayê 601 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    4 jinê êzidî yên kurd ji DAIŞê hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Êzidî, Ian Birelld, Lamiya Heci Başar, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de