14:16 25 Sibat 2017
Zindî
    Dr Muhamed Cuma Şîretkarê Mesud Barzanî yê berê

    Şîretkarê Barzanî berê Mohemed Cuma: Îsraîl û Kurdistan ji neçariyê federaliyê çêkin

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 45534

    Dr Muhamed Salih Cuma dibêje di dîroka nêzîk de 2 dewletên giran ku di Rojhilata Navîn de ava dibin, yek ji wan Îsraîl e, ya dî Kurdistan e û herdû jî, ji neçarî û pêwistî ew ê federaliyê çê bikin.

    Şewirmend û şîretkarê berê yê Serokê Herêma Kurdistanê Dr. Mohammed Salih Cuma ku salên dûdirêj di nav PDKê de maye û hevalê Mele Mustafa Barzanî bû û niha wek siyasetmedarek teqawitbûyî û çavdêrek siyasî li Ewropayê dijî. Cuma rewşa demên dawî yên Herêma Kurdistanê û peywendiyên wê yên bi dewletên cîranên xwe re ji Sputnik Kurdistanê re nirxand.

    'ÎRAN DIBÊJE EM NAHÊLIN KURD BIBIN DEWLET'

    Ji bo têkiliyên Îran û Herêma Kurdistanê yên demên dawî de çi difikirî?
    Îran û kurd em berê dostên qedîm bûn, dostaniyek pir mezin hebû di navbera me de û Îran pir alîkariya me jî kir. Belem Îran piştî ku da ser riyeke din xwest ku bibe hêzeke pir giran li tevahiya Rojhilata Navîn de û tevaya Rojhilata Navîn bi navê ayîna şeîtî de, wek dema şahinşahiya Îranê têxe bin destê xwe. Niha jî dixwaz e Iraq, Sûriye, Yemen, Libnan bi carekê de bixe bin destê xwe, û kurdan jî. Îro Îran dibêje 'Em nahêlin kurd bi dewlet bin'. Evêya gewretirîn dijminatiya di navbera me û Îranê de ye. Ji Îranê berî demeke, wezîrê wan ê derve ku 16 salan wezîrtî kiriye, dibêje 'em ê Îsraîlê duyêm hilînin ji ser nexşa cîhanê'. Îsraîla yekem her kesek zane kîjan e. Lê Îsraîla duyem Kurdistan e. Gelo ji vê zêdetir dijminatî heye? Nexêr. Kurd dixwazin dostaniyê li gel Îranê bikin, bes Îran naxwaze. Wan li ber xwe dibîne. Ew dixwaze çi li Iraqê kir li Kurdistanê jî bike. Em ne dijminê Îranê ne, em ne dijminê Sûrî ne jî û em ne dijminê Tirkiye ne jî. Bes em wek herkesî daxwaza mafên xwe dikin. Belem Îran îro gewretirîn dewletê di sewdariyê de ye di DAIŞtiyê de weke ku Netenyahû û Trump dibêje terorîst e.

    Dr Muhamed Cuma Şîretkarê Mesud Barzanî yê berê
    © Foto: Twitter
    Dr Muhamed Cuma Şîretkarê Mesud Barzanî yê berê

    'BI HATINA TRUMP REWŞA DINYAYÊ GUHERÎ'

    Donald Trump
    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Gelo bi hatina Trump a serokatiya Amerîkayê dê siyaseta di navbera Îran û Herêma Kurdistanê bikeve qonaxeke çawa?
    Tevaya siyasetê bi carekê ve bi hatina Trump hate guhertin. Trump siyaseteke nûh da destpêkirin ku ew siyaseta hanê ku em bivên yan nevên, bi şereke giran bi ser Îranê de dê bê berdewamkirin. Xwezî neba, lê Îran dev ji siyaseta xwe bernade. Pirs ev e Wê kengî ev şera dest pê bike? Amerîka û Îsraîl dewletên kendavê ne, bi taybetî Siûdî li gel in. Îngiliz jî li gel wan in. Yanî ev peywendiyên me yên bi Îranê re roj bi roj wê nûtir bibe. Em dostên Îsraîl in û tevaya siyaseta me bi carekê ve niha li ser dostaniya me û Îsraîlê tê avakirin. Îran vê dizane. Tirkiye û Sûrî û ereb jî pê dizanin. Bes ê ku nizanin kurd in û evaya dihêle ku navbera me û Îranê roj bi roj xerabtir dibe.

    ÎRAN DIKARE LI ÎSRAÎLÊ BIXE LÊ NIKARE LI KURDISTANÊ XE

    Pirsên serek ên di navbera Îran û Kurdistanê de çine?
    Îran hemû hevaltiyên xwe yên bi kurda re, ji nav hêzên ku li dijî serxwebûnêne ne hildibijêre. Ev pirka han ne pirka me ye, pirka man û nemana dewleta Îranê ye. Xwezî navbera me û kurdên din jî baş bûna, lê Îran nahêle. Niha belaya serê Îranê ya herî mezin Trump û Îsraîl e.

    JI SEDÎ SED WÊ EMERÎKA LI ÎRANÊ XE

    Derbarê polîtiyakên Îranê de çi taybetiya Trump ji serokên dî yên Amerîkayê hene?

    Binêrin Iraqê. Iraq îro di Rojhilata Navîn de tune ye. Beşek jê girtiye. Wezîrên Iraqê dergevanên xaricî yên Îranê ne. Amerîka jî vê dibêje, herkes jî dibêje. Em jî dibêjin. Tişt di destê wezîrên Iraqê de tune ye. Dewleta Iraqê îro nema ye. Dewleta Îranê bi vî awayî nikare berdewam bike. Ji sala 1979an de Amerîka dibêje ez ê li wan xim, lê lê naxe. Vêca Îran bi vê bawer bûye. Îranê dît ku Amerîka li wan naxêne. Niha wek Sedam zirt û forsê xwe dikin. Lê niha Amerîka ji wan re dibêje Trump ne wek yên dine. Sedî Sed wê Trump li wan xîne. Hêza Îranê tune ye ku li beramberî Amerîka û Îsraîl û NATOyê raweste. Û kesek Îranê jî tune ye. Ji bervê yeka han Îraq namîne. Dewleta Suriye û Iraq namîne. Îran jî bi vî awayî namîne.
    BIRYARA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ NE BIRYARA ME YE

    Bi salan e amadekariyek ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê heye, lê ew qerar nayê. Derheqê biryara serxwebûna Herêma Kurdistanê de dikarî çi bibêjî?
    Biryara serxwebûna dewleta Serxwebûna kurdistanê ne biryara me kurdan e. Biryara Amerîka ye, biryara Rûsyaye. Wan camêra biryar dane ku Kurdistan serxwebûna xwe îlan bike. Daxuyandina wê jî girêdayî zemanekî nêzîk ve ye. Em kurd ne bi lez in. Em niha çavderiyekê giran dikin, di navbera nemana Iraq û Sûrî û Îranê de. Bo çi em ê bilez bin? Gava ku dewleta Îranê nema, dewleta Iraqê jî namîne, dewleta Sûrî jî namîne. Ji xwe Kurdistan ava ye. Her wiha her tişt di destê Barzanî de ye. Heg ew bêje temam temam e.

    Dr Muhamed Cuma Şîretkarê Mesud Barzanî yê berê
    © Foto: twitter
    Dr Muhamed Cuma Şîretkarê Mesud Barzanî yê berê

    EGER KURD ÎLANA DEWLETÊ BIKIN DÊ BI ÎRANÊ RE ŞER BIKIN'

    Belê Rêzdar Mesûd Barzanî ji bo çi vê yekê nabêje. Ew li benda çiye?
    Ne pêwiste ku lez bikin. Çavderî dikin ku şerek di navbera Îran û Amerîkayê de dest pê bike. Çavderî dikin ku dê rewşa Sûrî dê çawa be. Çavderî dikin dê Iraq bimîne an nemîne. Lezbûn ji bo me kurdan tiştekî nebaş e. Em naxwazin xwîna mirîşkek me jî birijê. Ma gava ku ev dewlet kete nav şer de û hêza wê nema, vêca çima tuyê şer bikî. Çima em ê şer bikin? Îro dewleta Kurdistanê defakto heye. Hazir e. Çima em ê şer bikin. Çima em ê îlana dewleta serbixwe bikin û bi Îranê re şer bikin. Çima? Tiştekî me bi Iraqê re bihevdû re tune ye. Tiştekî me bi Îranê re bihevdû re tune ye. Ji ber wilo em lez nakin. Ew bilez in. Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye ji min û te sed qat zêdetir lez dikin ji bo dewletbûna Kurdistanê. Lê behna me fireh e. Evêya nîşana têgihiştina me ya siyasetê ye. 'Heta ku negihê, nestewê(kêr negihîje hestî) jê neke'. Îro dewleta Rûsya dixwaze Sûrî li hev bînin, gelo wê bikaribin?. Nexêr. Di encamê de wê Sûrî parve be. Gelo wê Iraq bikaribe şerê li Sûrî bidawî bike? Nexêr. Gelo Îran wê bikaribe xwe ji şerê Amerîkayê biparêz e.? Nexêr. Ma çima ez û tû em ê lez bikin. divê em zanebin. Îro rojek dereng-rojek dereng, di ware serxwebûna Kurdistanê de qazanca me de ye. Çend em lez bikin ew nebaş e.

    PÊŞEROJA KURDÊN SÛRIYE GIRÊDAYÎ PÊŞEROJA SURIYE YE

    Mihail Bogdanov
    © Sputnik/ Владимир Трефилов
    Dê qedera kurdên Sûrî çawa be? Pêşbiniyên te çine?
    Li gorî têgihiştina min, tecrûbeya min ku ez bi Sûrî dizanim di mêjûyê de Sûrî nikare lihev bê. Rusya dixwaze ku li hev bên. Amerîka jî dixwaze. Bes ereb nikarin. Sûrî man û nemana xwe daye destê Îranê. Lê îro Rûsya dostê me ye. Ji wê bernameya ku Rusya ji bo kurda pêşkeş dike jê baştir tiştek heye ma? Nexêr. Ez geşbîneke pir mezin ji bo kurdên Sûrî dibînim û ev jî bi piştgirtina Rusya, bi piştgirtina Îsraîl û piştgirtina Amerîka ye. Îro em ji bin zalbûna, destwerdena ereba, ji a farisa ji a tirka rizgar bûne. Lê hêj Tirkiye ditirse ku Kurdistan heta Derya Sipî berfireh bibe. Kurmanc dibêjin 'tu ji çi bitirsî dê ew derkev e pêşiya te'. Ez gelekî geşbînim ji bona kurdên sûrî û ji bona çareserkirina pirsa kurd. Ne tenê li Kurdistana jêrîn û rojava, her wiha ji bo Rojhilat û Tirkiye jî geşbînim. Li gorî têgihiştina min, di felsefa mêjûyê de ne dewleta Tirkiye dimîne, ne jî Îran dimîne. Ji xwe Sûrî û Iraq wek tu zanî li ber man û nemanê ne. Divê ev bê dîtin, Dewleta Iraq, dewleta Sûrî, Dewleta Tirkiye dewletên sewdar in. terorîstin. DAIŞ in. Li dijî hemû dinyayê ne. Ji bilî vê yeka han, em xurt dibin. Wan dewletana jî bi van polîtikayên xwe namînin. Ji ber ku sawdar in. Ji ber sawdariya wan îro dewleta Kurdistanê ava dibe. Ne ku em kurd dewletekê çêdikin. Nexêr. Amerîka û Rusya û ew dewletên NATOyê hemû îro bûne yek û dewletê ji me re çêdikin. Li ser çakkirina pirsa kurd tev jî yek in. Ne ji bo me, ji bo xwe. Ev dewleta ku ez û tu em bahsa wê dikin, ne ji bo me çêdikin. Ji bo xwe çêdikin. Qezanca me û wan bi hev dû ve girêdayî ye.

    ÎSRAÎL Û KURDISTAN JI NEÇARÎ Û PÊWISTÎ DÊ FEDERALIYÊ ÇÊ BIKIN

    Tu bahsa têkçûna dewletên wek Iraq, Sûrî û heta Îranê dikî. Pêşbiniyên te ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn çiye?
    2 Dewletên giran dê di Rojhilata navîn de bi cih û ava bibin. Yek ji wan Îsraîl e, ya din jî Kurdistan e. Û herdû jî li gel hevdû, li gorî têgihiştina min, ji neçarî û pêwistî ew ê federaliyê çê bikin. Binêrin, îro hemû xetereyên li dijî kurdan şansek e. Ne tenê şansek in. Evana biryarên ji bona avakirina dewleta kurd in. Dewleta terorist Tirkiye, ne tenê li dijî me ye.

    Ew li dijî hemû dinyayê ye. Îran jî her wisa ye. Evana Li dijî hemû dinyayê ne û camêr baş dizanin tu kesek wek kurdan li dijî van DAIŞiyan nikarin şer bikin. Ne ereb û ne faris û ne tirk ji kurda pêve kes nikare şer bike. Ji bo vê ye, van camêra Kurdistanê ava dikin. Ne ji bo xatirê cave me yî reş î belek e. Evêya jî gewretirîn mizginiye ji bo na milletê Kurd. Bes tiştê ku îro ji me tê xwestin, ev ne pirka me ye. Ev şerê giran di nemana Iraq û Suriye de ye. Lê ev ne pirka me ye. Ev çêbûye, me çê nekiriye. Mêjû ne li gora dilê me dike. Li gora pêwistiyên mêjûyê dikin. Nemana Îran û Tirkiye jî ne pirka me ye. Ewana problemnên bi serê xwe ne.

    DI PAŞÎ DE AMERÎKA Û RÛSYA DÊ JI BO KURDISTANÊ BIBIN YEK

    Li gorî ku tu dibêjî hebûna rêxistinên terrorist yên wek DAIŞê û berdewamiyên wê ji bo kurdan şansek e?

    Tu pê dizanî, niha Amerîka û Rusya digihin hevdû di vî warî de, bi nemana Îslama tundurewî. Ma ne Îran, jî Tirkiye jî di Îslama tundrewî de ne.? Dewletên ereb jî her wisa ne. Ma ji vê baştir heye ji bo me? Ew dewletên terrorist rêxistinan ava dikin. Dinya jî bi wan re şer dikin. Di encamê de wê Amerîka û Rus bikevin yek xetê. Dê piştgiriyê bidin Kurdistanê li dijî van terorîstên hanê û evaya ji bo kurda pir baş û qenc e. Aştiya li Rojhilata Navîn dê bi yekîtiya Îsraîl û Kurdistanê pêk bê.

    Dr Muhamed Cuma Şîretkarê Mesud Barzanî yê berê niha jiyana xwe li Berlînê didomîne
    © Foto: facebook
    Dr Muhamed Cuma Şîretkarê Mesud Barzanî yê berê niha jiyana xwe li Berlînê didomîne

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî beşdarî Kongreya Ewlehiyê ya Munchenê dibe
    Neçîrvan Barzanî û Fallon bo mijara DAÎŞê civiyan
    Serokê nû yê NYyê Guterres: Em dixwazin bi Barzanî re di nava hevkariyê de bin
    Barzanî ji bo mûçe wergirtinê sîstema bîyometrî ferz kir
    Baziyanî gotinên Barzanî nirxand: Îhtimal heye Malikî bibe serokwezîr
    Wezîra îtalî Pinotti û Neçîrvan Barzanî hevdîtinek li dar xistin
    Barzanî bi nûnerên ENKSê re civiya
    Barzanî: Ez bawer nakim DAIŞ li Sûriye û Iraqê xelas bibe
    'Barzanî û Talabanî lîsteya kuştinê ya Malikî red kirin'
    Etîketan:
    PDK, Dr. Mihemed Salih Cuma, Suriye, rusya, iraq, kurdistan, îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de