05:09 24 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu

    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Soylu: Me dest danî ser 79 şaredariyan

    © Foto: twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 5512

    Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu derbarê operasyonên li dijî HDP û rêxistinên dî de agahî dan û got:"Di 5 mehên dawî de me 2 hezar û 630 kesan şandiye hepsê, me dest daniye ser 79 şaredariyan."

    Wezîrê Karên Hundir yê Tirk Soylu da zanîn di 5 mehên dawî de di operasyonên cûr be cûr de 8 hezar û 477 kesan hatine binçavkirin. Ji vana 2 hezar û 630 kesî jî bi tawana 'Alîgirên rêxistinên terorîstin' şandine hepsên cûr be cûr.

    'DI OPERASYONÊN LI DIJÎ PKKÊ DE 79 ŞAREDARÎ DESTESER KIRINE'

    Li gorî agahiyên Soylu dane operasyonên li hemberî HDPê jî wek operasyonên li dijî PKKê ne. Soylu got:"Heya niha di operasyonên li dijî PKKê de 2 hezar û 630 kes hatine hepskirin. Her wiha me qayûm avêtiye ser 79 şaredariyên di destê HDPê de."

    Soylu her wiha bibîr xist di mehên dawî yên vî çileyî de jî wan 129 operasyon li hemberî hêzên PKKê pêk aniye. Di van operasyonan de jî 661 cihên xweparastinê yên hêzên PKKê bidest xistine.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Soylu: "Tiştên ku em dizanin hûn bizanibin 2 seeta xewa we nayê"
    Soylu gef li Qendîlê xwar: Hûnê biharê nebînin
    Soylu derbarê têkiliyên kujerê balyoz û FETOyê de axivî
    Soylu: 7 kes hatin binçavkirin, nasnameya êrîşkar diyar bûye
    Soylu: "12 jê giran 55 birîndarên me hene"
    Soylu: "Ji sibê pê ve dê tol were standin"
    Wezîrê Tirk Soylu: Rêvebirekî payebilind ê PKKê di destê me de ye
    Soylu: Em ê çekan bidin siyasetmedarên li bajarên Kurdan
    Etîketan:
    PKK, HDP, Suleyman Soylu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de