10:02 23 Gulan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em bi Tirkiye û Îran re ji bo Suriye amadekariya civînek nû dikin

    Sputnik
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Rusya, da zanîn berpirsên hikûmetên Tirkiye Îran û Rusyayê ji bo pêşeroja Sûriyeyê guftigo bikin û hêzên çekdar ên li Suriyeyê li hev bicivînin amadekariya komcivînek nû dikin.

    Wezîrê Karên Derve yê Rusya Sergey Lavrov, ji televizyona Rus ya binavê NTV re axifî û got: "Em hersê dewletê (Rusya, Tirkiye û Îran) ji bo hevdîtina hikûmetê û hêzên çekdar yên li Sûriyeyê amadekariya komcivîneke nû dikin.

    Her Lavrovî got:"Ji bo ku em wan beşdarî vê prosesê bikin, em bi grûbên dî yên çekdar re jî hevdîtinan dikin."

    Lavrov bi vê beyanata xwe erê kir, agahiyên derbarê planên jinûve destpêkirina komcivîna li Astanayê rastin.

    Wezareta Karên Derve yê Kazakîstanê rojên borî ragihandibû ku ji nûve vexwendname ji beşdarênn komcivîna Astanayê re şandiye.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê NYê Staffan de Mistura: Astana înîsiyatîfek giring e
    Kaynak: "Astana ji bo encama lihevhatina dawî zîrweyeke erênî ye"
    Aldar Xelîl: Cihê çareseriyê ne Astana ye lê pêngavek e
    Muxalîfên ku Kahire piştgiriya wan dike piştî Astana û Cenevreyê li Misrê dicivin
    Etîketan:
    Kanala NTV ya Rûsî, Sergey Lavrov, Astana, Kazakistan, Rusya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de