19:18 23 Hezîran 2018
PYD

‘Êdî hêza leşkerî û siyasî ya bihêz kurdin'

© Sputnik / Hediye Levent
Nûçe
Lînkê kurt
150

Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo di beyanateke xwe ya ji bo rojnamevanan de ragihand kurd li Rojavayê gelek bi hêz bûne û got:‘Êdî hêza leşkerî û siyasî ya bihêz kurdin. Tirkiye her çend bixwaz e PYDê asteng bike jî lê ev rastî naguhere.'

Li gorî nûçeya malpera jinan GazeteŞujinê Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo di beyanatek xwe de got:"Dewleta Tirkiyê hewl dide tecrûbeya ku li Rojava encam digire, di milê siyasî û leşkerî de binbixe ji ber vê jî beriya ragihandina Pergala Federaliyê desd bi êrîşan kir." Erebo destnîşan kir êrîşên Tirkiye her ku diçe dijwartir dibin û wiha berdewam kir:"Tirkiyê destpêkê hewl da ku cihê ewlehiyê ango herêma aram çêbike, lê belê ev plan têk çû. Ji ber vê êdî hewl dide û dixwaze Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têxe lîsteya terorê."

'DEWLETÊN BIYANÎ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE ÇAVÊN XWE DIGIRIN'

Hêva Erebo di vê dema dawiyê de got:"Sînorê Efrînê nêzî 300 km ji hêla dewleta Tirkiyê ve hatiye dagirkirin. Dewletên derve jî ji ber ku berjewendiyên wan bi Tirkiyê re hene, çavên xwe ji van êrîşan re digirin. Ev çend mehin ku Tirkiyê dixwaze bikeve bajarê Babê de, lê nikare bikevê. Êdî Tirkiyê di nava leyîstikek ji xwe mestir de ye. Em texmîn dikin ku ev êrîşên Tirkiyê hîn zêdetir bibin, emê jî li gorî wê amade bin û bersivê bidin."

Bi heman mijarî:

Desteya Parastina Kantona Cizîrê: Firokeyên li Til Elo dan, ji Herêma Kurdistanê rabûn
Kantona Cizîrê alîkariyê dide 213 ziyandîtiyên teqîna Qamişloyê
Li Kantona Cizîrê Orkêstraya Zarokan hat vekirin
Li Kantona Cizîrê di 19ê Îlonê de wê serjimarî çêbibe
"Artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê Kantona Cizîrê êrişî YPGê kir!"
Iraqê komkujiya li Qamişloyê ya Kantona Cizîrê şermezar kir
Nêzî 100 hezar şagirtên Kantona Cizîrê dê têkevin ezmûnan
Etîketan:
Hêva Erebo, Kantona Cizîrê, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de