14:52 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokên Giştî yên HDPê herdû jî di hepsê de ne

    Hevserokên HDPê dê piştî referandûmê bên darizandin

    © Foto: twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 5021

    Roja danişîna doza Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji ber vê dozê hatibû girtin diyar bû. Li gorî agahiyên ku Parlementerê HDPyî Ahmet Yıldırım ragihand dê Demirtaş piştî referandûma Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê bi 12 rojan bê darizandin.

    Ahmet Yildirimê di Meclîsê de civînek bi dezgehên ragihandinê re çêkir û rewşa dawî ya siyasî nirxand. Li gorî agahiyên Yildirimî dane,roja danişîna doza hevserokên wan bi zanetî piştî referandûmê diyar kirine.

    Parlementerê HDPê Ahmet Yildirim da zanîn îdîanameya ji bo Demirtaşî piştî girtina wî bi mehan hatiye amadekirin. Ev mînakek gelek balkeş e û her wiha roja danişîna wî jî bi 6 mehan piştî girtina wî hadiye diyarkirin.

    Yildirim got:"Kî dikare bêje ku eleqeya vî dozî bi referandûmê re tune ye."

    Yildirim da zanîn daneşîna doza Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag jî bi heman awayî heya referandûmê tê sekinandin û wiha got:"Tirsa wan ev e ku em xeyalên wan yê ji bo Serokatiyê wergerînin reşê şevê ji bo wan."

    Bi heman mijarî:

    Dozgir heya 4 salan sizaya hepsê ji bo Demirtaş xwest
    Ji dadgehê biryara Demirtaş: Tedbîrên kontrola edlî têr nakin
    Wêneyê Demirtaş û malbata wî yê li girtîgehê hat parvekirin
    Demirtaş: Parêzbendî didome, divê darizandin raweste
    Demirtaş ji dozekê beraat kir
    Demirtaş: Em li hemberî Hirant mehcûb in lê me serî netewand
    Etîketan:
    HDP, Ahmet Yildirim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de