12:34 25 Mijdar 2017
Zindî
    Meral Daniş Beştaş

    Beştaşê ji hepsê name şand: Rojên ronî nêzîk in

    © Foto: Facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Meral Daniş Beştaş Parlementera Edeneyê yê HDPyî ku piştî hevdîtinên destûra bingehîn bidawî bûn ji mala xwe hat girtin û di hepsa Silivriyê de ye wê cara yekê peyamek şand ji bo raya giştî.

    Beştaşê di nameya xwe de got: "Şev û tarî her çiqas zêde be, ronahî jî bi qasî vê taritiyê nêzîk e. Ez pê bawerim emê di demek kurt de li ba hev bin."

    Parlementer û parêzer Meral Daniş Beştaş di peyama xwe de bal kişand ser rewşa Hevserok û parlementerên HDPê û got: "Hepskirina parlementeran yê bi reyên bêbextiyê, xerabiyek radîkal e û xerabî her ku diçe dibe tiştek ji rêzê."

    'SÎSTEM HER DIXWAZE EM SERÎ BITEWÎNIN'

    Parlementer Baştaş her wiha di peyama xwe de destnîşan kir ku sîstema li Tirkiyeyê dixwaze herkes li hemberî îradeyê bêdeng û serîtewandî be û wiha berdewam kir: "Pêwistiya me ne bi îtaatê, lê bi ramanên azad re heye. Pêwistî ne bi mirinê bi jiyanê re heye. "

    Her wê di peyama xwe de bal kişand ser rewşa referandûmê jî û got:"Emê demokrasî û azadiyê bi Na-yên xwe ava bikin."

    Parlementera HDPyî Beştaş di dawiya peyama xwe de got: "Şev û tarî her çiqas zêde be, ronahî jî bi qasî vê taritiyê nêzîk e. Ez pê bawerim emê di demek kurt de li ba hev bin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê gelek rêveber û endamên HDP û DBPê hatin desteserkirin
    Yildirim: Ji bo ku HDP dibêje 'na', em dibêjin 'erê'
    Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: HDP bo Tirkiyeyê şansek bû
    HDP ji bo referandûmê li dijî 'NA'ya CHPê derdikeve
    HDP ji bo kampanyaya "NA" xebatên xwe da destpêkirin
    HDP ji hevdîtinên Destûra Bingehîn vekişiya!
    HDP ji bo guhertina qanûna destûrê deng nade
    Etîketan:
    HDP, Meral Daniş Beştaş, Silivri
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de