11:22 21 Mijdar 2017
Zindî
    Akademisyen û şagirtên li Ûnîversîteya Enqereyê

    Polîsan pêşî li ber akademîsyenan girt

    © Foto: twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Piştî jikar avêtina 330 akademisyenên ûnîversîteyên cur be cûr, Akademîsyenan xwepêşandanek ya berxwedanê da destpêkirin.

    Vê sibehê bi dehan akademisyen û şagirtên ku pişgiriyê didin wan,  li ber deriyê Ûnîversîteya Enqereyê li Kampûsa Cebeciyê lihev kom bûn û xwestin cihên karên xwe neterikînin.

    Mamoste û Akademîsyenên ku cihê karên xwe, neterikandin xwestin ku daxuyaniyek bidin dezgehên ragihandinê. Lê li ber Ûnîversîteya Enqereyê polîs û akademisyenên xwepêşender hatin hemberî hev. Akademîsyenan li ber deriye Ûnîversîteya Enqereyê xwepêşandanek ya protestoyî pêk anî.

    POLÎSAN BI DARÊ ZORÊ PÊŞÎ LI BER AKADEMÎSYENAN GIRT

    Polîsan bi darê zorê ketina wan ya hundirê ûnîversîteyê asteng kir. Bûyerên li ber ûnîversîteyê hêj berdewam dikin.

    Wek tê zanîn rojên borî di çarçoveya Qerarnameyên di Hiqmê Qanûnan de 330 Akademîsyen bi hinceta ku "Ewlehiya dewletê dixin bin xetereyê." ji karên xwe hatibûn dûrxistin.

     

    Bi heman mijarî:

    Komedyenê tirk KHK rexne kir û xwedî li akademîsyenan derket
    Derheqê 37 akademîsyenan de qerara binçavkirinê hat dayîn
    Amerîka:'Em doza akademîsyenan ji nêz ve dişopînin'
    Zanîngeha Stenbolê derheqê akademîsyenan de lêpirsîn da dest pêkirin
    30 kesên ku xwediyê Xelata Nobelê ne piştgirî dan akademîsyenan
    Joe Bîden, ji bo akademîsyenan bertek nîşanî Tirkiyeyê da
    Akademîsyenan piştgirî dan hemkarên xwe: Em bê deng namînin
    Ji KCKê derbarê Sûltanahmet û akademîsyenan de daxuyanî
    Etîketan:
    Ûnîversîteya Enqereyê, Cebeci, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de