23:01 26 Îlon 2017
Zindî
    Dayiken qurbaniyen Roboskiyê xwepêşandana wan a bêdeng

    Dayikên qurbaniyên Roboskiyê xwepêşandanek bêdeng pêk anî

    © Foto: twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1631

    Malbatên 34 qurbaniyên qetlîama Roboskiyê li ser gorên zarokên xwe xwepêşandanek bêdeng pêk anî. Dayik û xizm û malbatên qurbaniyan bantên reş li devê xwe girêdan û feraseta berpirsiyaran protesto kirin.

    Roboskî
    © Sputnik/ © AP Photo/ Burhan Özbilici
    Malbatên qurbaniyên Roboskiyê dixwazin kiryarên vê qetlîamê dozek derheqê wan de bê vekirin lê daxwaziya wan bê bersive. Dayik, xizim û malbatên 34 qurbaniyên Roboskiyê ji ber ku bîranîna zarokên wan ya li goristanê qedexe ye vê hefteyê devê xwe bi bandên reş girêdan û li goristanê rûniştin.

    Malbata qurbaniyan ji ser hesabên xwe yên twitterê peyam weşandin û qedexekirina bîranîna malbatan, her wiha bêxemiya desthilatdaran şermezar kirin.

    ​Ev malbatên qurbaniyan xwepêşandana wan ket hefteya 267an ku dixwazin dozek an lêpirsînek derheqê kiryarên vê qetlîamê de bê vekirin. Lê ev daxwaza wan bi salan e nayê bicihanîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Peykerê 'Komkujiya Roboskiyê' yê li Amedê hat rakirin
    OSP: Berpirsiyarên Komkujiya Roboskiyê, hikumet û dewlet in
    Ferhat Encû ji bo salvegera qetlîama Roboskiyê peyamek şand
    HDP qetlîama Roboskiyê bibîr anî
    Şandeke HDPê diçe Roboskiyê
    Ji ber bîranîna Qetlîama Roboskiyê 30 xwendekar ji zanîngehê hatin avêtin
    Dosyaya komkujiya Roboskiyê gihişte DMMEyê
    Etîketan:
    Roboski
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de