10:31 20 Îlon 2017
Zindî
    Hereketa Azadî di şopa hereketa Şêx Seîd de dimeşe

    Hereketa Azadî: Em naxwazin navê xwe bi referandûmê qirêj bikin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 49853

    Berdevkê Hereketa Azadî Sedat Dogan derheqê pêvajoya amadehiyên guherîna Destûra Bingehîn ya Tirkiyê ya bi riya referandûmê de got: "Dilê me dixwest ku hemû kurd bibûna yek û vê destûrê red bikira,lê em naxwazin navê Hereketa Azadî bi vê referandûmê qirêj bikin."

    Hereketa Azadî ku li pey şopa hereketa sala 1925an a Serhildana Şêx Seîd û rêhevalên wî dimeşe, di riya heq edelet û azadiyê de, hewldanek ya kurdistanî ye ku ji derdorên welatperwerên oldar û neteweperwer pêk tê. Hereketa Azadî di çarçoveya xwe de bi hezaran alîgirên bawermend û neteweperweran dihewîn e. Azadî di van salên dawî de di raîya giştî ya kurdan de bibû reng û dengek cida ku hem di warê baweriyê de hem di warê neteweperweriyê de xwedî fikr û hewldanên balkeşe. Lê Hereketa Azadî di demên dawiyê ya ku tundûtijî di siyaseta kurd de serdest e, ew bixwe hinek bêdenge.

     

    Berdevkê Hereketa Azadî Sedat Doğan
    © Sputnik/
    Berdevkê Hereketa Azadî Sedat Doğan

    Derbarê pêşketinên siyasî yên doza kurd, derbarê nêrîna wan ya ji bo prosesa hilbijartinê û pêşketinên nav hereketên kurdan de Berdevkê Azadî yê Sedat Dogan agahî dan Sputnik Kurdistanê.

    Berdevkê Hereketa Azadî Sedat Doğan dibêje: "Me dixwest ku di van salên dawî de, doza kurd di çarçoveya rêbazên aştiyane de bihata çareserkirin, da ku em jî di vê referandûmê de bibûna xwedî helwestek zelal. Lê mixabin şer û pevçûn jiyana rojane ya bajarên kurdan xera kir. Çand û kultur, dîrok û jiyan ji me re nehişt. Kurd jî di siyaset û fikrên xwe de her ji hevdû cida difikirin. Ji ber vê ye em dê ji bo referandûmê alîgirên xwe serbest bihêlin."

    Tevgera Azadî di referandûmê de ne xwedî helwesteke araste ye
    © Foto: facebook
    Tevgera Azadî di referandûmê de ne xwedî helwesteke araste ye

    'NIKARIN KU 50 MILYON KURD JI HEQÊN XWE YÊN ÎNSANÎ BÊPAR BIHÊLIN'

    Li ser mijara xitimandina riyên çareseriyê yê doza kurd de, Sedat Dogan wiha dibêje: "50 milyon însanên kurd, îro hemû heqên wan yên însanî ji destên wan hatine stendin. Heta aborjîn jî dikarin di jiyana xwe ya rojane de çanda xwe ya dîrokî bijîn, lê em ji vê yekê bêpar mane. Hemû heqên însanî yên kurdan ji destên wan hatine girtin.

    Tirkiye nikare ilelebet 50 milyon însanî di bin destan de bihêle. Ev ne mimkûne. Kurd jî wek hemû miletên di ruyê cîhanê de dixwazin li ser axa xwe, bi awayekî azad bijîn. Lê mixabin arîşeya serek a kurdan, yekîtî û tifaq e. Kurd divê vê perçebûna xwe qebûl nekin."

    'KURD MILETEK AŞTÎPERWERIN DÊ XELATA XWE BISTÎNIN'

    Berdevkê Hereketa Azadiyê Dogan bibîr xist ku ji bo çareseriyeke qenc, li çar aliyan kurd îro li ser piyan e û wiha berdewam kir: "Binêrin ne tenê li Tirkiyeyê, kurd li çar aliyan îsyan dikin. Tev li i ser piyan e. Her di şer de ne. Hem li başûr hem li rojava, hem li Tirkiyeyê hem li Îranê, ew xwedî tekoşînek mezinin. Ma wê çawa bê heq û bê nasname bimînin? Ma gelo dê ev ked û xebata wan bê bersiv bimîne?"

    Berdevkê Azadiyê Doğan wiha berdewam kir: "Li Tirkiye jî kurd ne yên berê ne. Niha li her derê ne. Di nav civaka kurd binêrin hunê rastî ji her cureyî kurdan bên. Nifşek ya xwende heye. Abuqatin, endezyar in. Mamoste û lêkolîner in. Di nava civakê de xwedî karîgeriyek mezinin. Li aliyekê jî miletek bi rûmetin ku heya niha neheqî li tu kesî nekirine. Çand û kultura tu kesî qedexe nekirine. Zimanê tu kesî qedexe nekirine. Wek hemû miletên xwedî rûmet ew jî dixwazin di dinyayê de cihê xwe bigirin. Her wisa kurd insanên aştiperwerin. Ji zorê hez nakin. Kurd heya niha hêlîna tu kesî xera nekirine. Înşala dê xelata kurdan xelateke baş be."

    ŞÊX Û MELEYÊN TEKOŞER HÊZA XWE JI OL Û NETEWPERWERIYÊ DIGIRT

    Sedat Dogan amaje bi oldarî û neteweperweriya kurdan kir û got:"Erdnîgariya kurdan erndîgariyek oldar bû. Heya serhildanên Qazî Mihemed û Şêx Seîd û Seyîd Riza jî her wisa bû. Lê piştî şoreşa Sowyetan, kurdan jî meyla xwe da rêbazên şoreşa wan ya marksîst ya Sowyetan. Piştî îdamkirina Qadî Mihemed, Seîd Riza, Şêx Seîd tekoşîna ser axa Kurdistanê jî ket merheleyeke dî. Lê rastiyek heye ku kurdan tu caran zilm û zordarîyê qebûl nekir. Tekoşîna Şêx û Meleyên kurdan yên di dîrokê de bingeha xwe ji oldarî û neteweperweriyê digirt."

    'AXA KURDISTANÊ ÎRO TARÛMAR E'

    Berdevkê Hereketa Azadî Sedat Dogan bibîr xist ku di 30-40 salên dawî de doza kurd bi riya silehan hate birêvebirin û wiha berdewam kir: "Şereke tund ku jiyana milet ji serî de guherand. Ji ber valakirina gund û bajaran, ji ber êrîş û tundûtijiyan, ji ber wêrankirina derûdoran, jiyana însanan tarûmar bûn. Axa Kurdistanê jî bi heman awayî.. Di gelek însanan de problemên cida cida peyda bûn. Her wisa problemên ehlaqî çêbûne. Bav û ewlat êdî ne wek berê ne. Her tişt di jiyana kurdan de guherî. Bi vî şerî re çand û ol û dîrok û hebûnên dîrokî tev hatin tarûmarkirin."

    'HÊZA PARLEMENTERÊN HDPYÎ HAT FETISANDIN'

    Sedat Dogan her wiha bal kişand ser êrîş û operasyonên bi ser HDPê de û wiha got: "Wextê ku mesele yanî doza kurd, bi awayekî aştiyane bihata çareserkirin, dê li Kurdistanê rojeke nû dest pê bikira. Lê mixabin çênebû. Weke Hereket me xwest ku bê şer, bê pevçûn, bê tundutiji mijara doza kurd bê çareserkirin. Bi taybetî di hilbijartina 7ê Hezîranê de me baweriyek mezin bi HDP re anî. Me piştgirî da HDPê. Lê mixabin negihişt encameke erênî. Hêz û hurmeta parlementerên HDPyî, ji aliyê dewletê û PKKê ve hat fetisandin. Ev ferset ji destê parlementerên kurd hate girtin."

    ‘ENCAMÊN ŞER HEM JI DEWLETÊ RE HEM JÎ JI KURDAN RE GIRAN BÛ'

    Sedat Doğan bibîr xist 80 parlementerên ku HDP di hilbijartina 7ê Hezîranê de bidest xist jib o kurdan fersendeke dîrokî bû lê ji ber ku herdû alî jî berê xwe dan şer de encameke li dijî berjewendiyên kurdan derkete hole. Dogan wiha berdewam kir: "Şer ji dewletê re jî, ji gele kurd re jî giran hat. Tevli şaşitî û rastiyan HDP di hilbijartinên 7ê Hezîranê de 80 parlementer derxistibû. Îmkan û derfet hebûn ku bi riyeke siyasî HDP doza kurd çareser bike. Divê wan rahişta çadirên xwe û biçûna ber deriyê Neteweyên Yekbûyî. Wan bigota'Dinya bila doza kurd bibîne' lê HDP jî wisa nekir. HDP jî xwedî xeletiyan bû, lê ev nayê wê maneyê ku girtin, hepskirin û talankirina bajaran û avêtina qeyûman bi ser şaredariyan ve karekÎ meşrû ye. Na! Ev ne meşrû ye! Ne heq e! Heger tu di çarçoveyên yaseyên xwe de heqê siyasete bidî van mirovan divê tu rê li ber vekî. Çênabe tu qedexeyan deynî û wan bigirî û wan binçav û heps bikî. Ev neheqiyek mezin e li ser HDPê ye. Lê HDP jî divê xwe ji şer dûrxista. Bi awayekî sivîl bêîteatî bikira. Wê gavê de hemû dinya alîkarî bidanayê. Lê HDP jî xwe ji şidetê rizgar nekir."

    ‘EV CARA DUYÊ YE KU KURD KOÇBER DIBIN'

    Sedat Doğan behsa salên 1990î li bajarên kurdan kir û wiha dom kir: "Ev cara duyê ye ku kurd perişan dibin. Ji cih û warên xwe têne dûrxistin, hebûn û namûsên wan tên binpêkirin. Yek di salên 1990an de bû, ya duyê jî niha ye. Trajediyeke nedîtiye ku bi ser kurdan de hatiye. Cara duyê ye şerê di nava bajaran de çê dibin. Vêca ji ber serdema peymana Sykes-Picotê diqed e, dewletê wiha kir. Ji bo dengdayîna dinyayê mecbur bûn ku bi ser kurdan de vê tofanê bianiya. Ji ber ku kurd gelekî nêzîkî hev bibûn. Sînoran perçe kiribûn. Dibûn yek. Lê ev bi hesaba dewletê nehat."

    ‘MERIV JI AVAHIYÊN ŞAREDARIYÊN NÛ DITIRSE'

    Dogan li ser tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên bajarên kurdan axivî û got: "Ev şaredariyên ku qeyûman avêtiye ser wan, niha di rengek wisa de ne ku kes nikare li derdora wan bigere. Avahiyên sar in. Meriv ditirse ku ji bo serîledanekê biçiyê. Rengê milet tê de tune ye. Bes bûrokrasî û tundî û atmosferek fermî ye. Divê encam ne wisa bûna."

    ‘EM DÊ DI REFERANDÛMÊ DE NAVÊ HEREKETA AZADÎ QIRÊJ NEKIN'

    Sedat Doğan li ser siyaseta Hereketa Azadî jî got:" Hereketa Azadî rastiya siyaseta nû dibine, lê taybetmendiyek vê hereketê heye ku gelek kes di navê de ne. Hin derdor hene oldar in, her wiha damarek me ya milî jî heye. Heger destûra bingehîn bê qebûlkirin jî derheqê kurdan de tu heq û azadî tê de tune ye. Ji ber vê destûr ne bi dilê me me ye.

    Dilê me dixwest kurd tev bibin yek û bi awayekî bê îttîatkariya sivîl dengek bidana vê destûrê û bigota 'NA'. Lê niha ev yekîtî niha ne mimkûn e. Di nav me kurdan de parçebûnek heye. Armanca vê referandûmê ji bo kurdan tiştekî zelal nake.Lewma ye em naxwazin navê xwe bi vê hilbijartinê qirêj bikin. 

    Ji ber vê em naxwazin bandorê  li ser alîgirên xwe deynin. Daxwaziya me Destûrek ku mafê kurdan jî tê de hebe. Ev bixwe ye. Lê mixabin di vê destûrê ed mafên kurdan tune ne. Me ji ber van sedeman di hilbijartinên referandûmê de kesên alîgirên xwe serbest hiştiye. Her kesek li gorî dilê xwe ye. Em naxwazin bi vê referandûmê xwe qirêj bikin."

    Bi heman mijarî:

    Tevgera Azadî: Destê Tirkiyeyê di êrişa Kerkûkê de heye
    Tevgera Azadî: Armanca artêşa tirk dagirkirina Kurdistanê ye
    Goran û Tevgera Azadî li dijî hebûna hêzên tirk in
    Tevgera Azadî û YNK: ‘Divê dewleta tirk xwerêveberiya gelê Bakûr qebûl bike'
    Etîketan:
    referandûm, Hereketa Azadî, PKK, HDP, Sedat Dogan, Şêx Seîd, Amed, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de