14:06 24 Mijdar 2017
Zindî
    Sezgin Tanrıkulu

    'Nehlet li vê sîstema feqiriyê bê'

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 51 0 0

    Mirina xortê kurd Remzî Ersu ku xwendevanê pola 4a tibê bû û ji bo ku di înşaatan de bixebite hatibû Stenbolê, di înşaatê de mîksera beton bi ser wî de ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Parlementerê CHPyî Sezgîn Tanrikulu mijara mirina Ersûyî anî ajendeya parlementoyê.

    Parlementerê CHPyî Sezgin Tanrikulu, got: " Wicdana min lerizî. Bawer bikin hingî ku karîgeriyek mezin li ser min danî, ez bi ser wî lawikî de giriyam, lê baş dizanim ku wicdan div ê parlementoyê de nemaye. Wicdana parlementerên vê meclîsê tev bûne wek betonan. Lewre tu çareseriyek ji bo van qezayên kar û feqiriyê nabînin."​

    ​Tanrikulu her wiha got:"Ez baş dizanim ku ev mijar bala we nakişîne. Ew lawik 30 saetan di rê de çûye, ji bo kar bike, ji bo debara xwe û malbata xwe bike, di înşaatekê de bi awayekî hezîn jiyana xwe ji dest daye. Bila nahlet li vê sîstema ku mirovan neçarî feqiriyê dike bê."

    'WICDAN BÛNE WEK BETONÊN RIZIYAYÎ'

    Tanrikulu her wiha got:"Cinayetên kar û dramên ku tên jiyin tu caran nakevin ajendeya vê parlementoyê. Xwîn dikevin nava wan betonan, lê wicdanên me ji wan betonan ziwatir dibin. Qelbên parlementeran bûne wek betonan. Hestên desthilatdarî û siyasetê îro di asta betonek riziyayî de ye."

    DINYA SOMAYÊ BI PIHÎNÊN WE BIBÎR TÎNE

    Parlementer Sezgin Tanrikulu bibîr xist salên borî li Somayê qezaya herî mezin yê kar çêbibû. Di dinyayê de qezaya herî mezin ya kar bû. Lê em wê bûyerê bi pehînan bibîr tînin.
    Axaftina Tanrikulu di meclîsê de bû sebebê bêdengiyeke kûr.

     

    Bi heman mijarî:

    Sezgin Tanrikulu: Mexdûriyeta kurdan li gorî niha dê 2 qat zêdetir be
    Sezgin Tanrikulu serdana Demirtaş kir
    Li Demirtaş, Baluken û Tanrikulu doza Hurşît Kulter hat vekirin
    Sezgin Tanrikulu: Kuştina Tahir Elçî pilankirî bû
    Etîketan:
    Meclîsa Tirk, CHP, Sezgin Tanrikulu, Remzî Ersu, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de