01:45 26 Gulan 2018
istismara zayendî

Doza 18 zarokên li Gergerê ku rastî êrîşa cinsî hatibûn dest pê kir

© Foto : Twitter
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Êrîşa cinsî ya li hemberî 18 zarokên li Gergera Semsûrê, yên di Lîseyek ya Îmam Xetib de mehên borî di raiya giştî de cih girtibû.

Doza ku agahî û îfadeyên tê de qedexe ye bê aşkerikirin dest pê kir. Doza li Dadgeha Sizaya Giran ya 2ê ya Semsûrê tê dîtin. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ji bo ku di vê dozê de bibe mûdahî serî li dadgehê da. Dadgeh daxwaza wezaretê qebûl kir.

Li gorî îdîanameyê mustehdamê dibistanê yê binavê Mehmet Sait G. di navbera salên 2015-2016an de li hemberî 18 zarokan îstismara yan jî hewldana cinsî pêk aniye.

Her wiha di îdîanameyê de tê gotin ku Saît G tecawiz li 2 zarokên ji van a kiriye.

Mexdûrên vê dozê bi riya dîmen û dengdan dê beşdarî dozê bibin. Her wiha malbatên zarokên mexdûr beşdarî danişînê nebûn. Ji bo kesê ku bi awayekî girtî tê darizandin, qerar hat dayîn ku darizandina wî bi awayekî girtî berdewam bike.

 

 

Bi heman mijarî:

Yildirim derheqê îstîsmara cinsî de daxuyani da: "Ev ne rast e"
Li Japonyayê nebûna xwestina cinsî dibe aboriyê bipaş bixe
DAÎŞ lîsta buhayê jibo kolên cinsî amadekirye
Etîketan:
Wezareta Politikayen Civaki Malbate, gerger, semsur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de